MEBYA-DER'ê damezrandina xwe aşkera kir
- 14:16 23 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - MEBYA -DER'ê li Tesîsên Demîrokê kongreya xwe çêkir û damezrandina xwe aşkera kir. Di kongreyê de ji bo hevserokatiyê Yuksel Almas û Mustafa Uyguner hatin hilbijartin.
Komeleya Piştevaniya bi Kesên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên xwe Winda kirin (MEBYA -DER) kongreya xwe ya damezrandinê li Tesîsên Demîrokê ê pêk anî. Di kongreyê de malbatên ku xizmên xwe windakirin, rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) yên navend û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya bi Malabtên Girtiyan re (TUAY - DER), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Li salonê pankartên bi dirûşmên, " Hûn bi xêr hatin 1'emîn Kongreya Asayî ya MEBYA - DER'ê", "Em bi qasî di rêya wê de bimirin ji jiyanê hez dikin", "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Li ser gora min binivîsin deyndarê gelê xwe ye" hatin daliqandin. Beriya ku kongre bê destpêkirin ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
'Em deyndarên zarokên xwe ne'
Axaftina kongreyê ya destpêkê ji aliyê Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz ve hat kirin. Kudret diyar kir ku ew dema hatine kongreyê birîna wan ji nû ve wînî bûye û wiha berdewam kir: "Em ji bo têkoşîna ku tê dayîn deyndarên zarokên xwe û şervanan e. Em ji vir silavên xwe ji wan re dişînin. Em bi zarokên xwe şanaz in û wan pîroz dikin.Divê em li komeleya xwe xwedî derkevin. Çeka zarokên me li erdê nema ji ber ku hevalên wan ew çek dewr gitin."
Piştî kudretê nûnerên saziyên sivîl mafê axaftinê girtin û herî dawî MEBYA - DER'ê rapora xwe ya xebatê aşkera kir.
Ji bo hevserokatiya MEBYA -DER'ê Yuksel Almas û Mustafa Uyguner hatin hilbijartin. Kongere piştî hilbijartina hevserokan bi dawî bû.