Li Şahbayê ji bo bi dawîkirina sala perwereyê şahî hat lidarxistin
- 12:50 23 Hezîran 2019
- Rojane
Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Bi munesebeta bidawîkirina sala perwerdeyê û qedandina ezmûnên xwendekaran, mamosteyên Efrîn û Şehbaayê şahiyek li dibistana Ehdas a Şehbayê li darxistin. Ji Koordînasyona Kongreya Strar Hediye Yusuf tevli şahiyê bû, hediye di axaftina xwe de bal kişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha got: "Dijmin hertim zimanê dayikê kurdî hedef git lê me berxwedana xwe parast."
Mamosteyên Efrîn û Şehbayê bi minasebeta dawîkirina Sala Perwerdeyê ya 2018-2019'an bi dirûşma”Bi mamosteyên berxwedêr re, ber bi civakek azad ve”, li Dibistana Navçeya Ehdas a Şehbayê şahiyek ji bo xwendekaran li dar xistin. Di şahiya ku hat lidarxistin de hemû mamosteyên Efrîn û Şehbayê, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cih girtin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir, paşê endama Koordinasiyona Kongreya Star Hediye Yûsif axivî û şahî li tevahî mamoste û xwendekaran pîroz kir û wiha got: "Ev sal bi keda mamosteyan û xwendekarên me bi dawî bû. Ev cihê ku wekî dibisatan niha tê bikaranîn wekî cihê îşkenceyê yê zarokan bû lê bi hêza mamosteyan KPC'ê bû cihê perwerde û zanebûnê. Dijmin her tim zimanê dayîkê hedef digire, lê me bi berxwedana xwe ev ziman parast." Herwiha mamosteyên ku tevli şahiyê bûn û şahî organîze kirin jî nêrînên xwe bi me re parve kirin.
'Xwestin bi êrîşan xeyalên xwendekaran binpê bikin'
Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC) Berîhan Henen li ser êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê û bi taybet li ser ziman de axivî û got: "Dewleta tirk êrîşêk hovane li dijî gelên li Efrînê pêk anî, hewl da keda li ser zimanê dayikê ku heta roja îro hatibû dayîn bi êrîşên ku pêk anîn tune bike û zarokên kurd ji perwerdeyê bê par bihêle. Lê me destûr neda ku ev yek pêk bê.. Di Efrînê de nêzî 318 dibistan û 50 hezar xwendekarên me hebûn. Lê Piştî dagirkirina Efrînê em neçar man koçberî Kantona Şehbayê bibin û berxwedana xwe berdewam bikin. Li gel derfetên kêm, şert û mercên zehmet me perwerdeya ziman berdewam kir. Em ji dewletên Navnetewî re dibêjin hûn nikarin vîna me bişkînin."
'Bi hêviya sala bê li Efrînê perwerdeya xwe berdewam bikin'
Di dawiya axaftina xwe de mamoste Berîhan got: "Me ji roja derketina Efrînê jiyanek nû afirand û me nehêşt dijmin moral û hêza me bişkîne, li Şehbayê me 62 dibistan avakirin û nêzî 13 hezar xwendekar kom kirin û me perwerdeya xwe berdewam kir. Em bi hêvî ne sala bê xwendin û perwerdeya xwe li Efrtînê berdewam bikin û em dibêjin tu carî vîna me naşke."
'Cihê işkence veguharî cihê zihniyetek azad'
Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Mamoste Hikmet Husên jî wiha got: "Di dawiya sala perwerdê ya 2018 - 2019'an de me xwest şahiyekê li darxînin, mamosteyan perwerdeya nêzî 13 hezar xwendekar girtin ser milên xwe, li gel zor û zehmetiyên li Şehbayê jî dev ji perwerdeya xwe bernedan û girêdana xwe bi ax û ziman re dan nîşandab. Cihê işkencekirina zarokan me guhert cihê êrkirin ilm û zaqnînê ."
'Bi fikirê Serok Apo em perwerdeyên xwe berdewam dikin'
Mamoste Bêrîvan Mustefa jî bal kişand ser perwerdeyê û ev tîşt got : "Li gel rewşa koçberiyê me nehêşt ku xwendekarên me bê perwerde bimînin, me şagirtên xwe li ser fikir û ramana Serok Apo perwerde kirin û em ê vê fikirê li Cîhanê tevahî belav bikin. Daxwaza me ew e ku sala bê li Efrînê û li dibistanên xwe em perwerdeya xwe berdewam bikin."