Ji bo Suxraya ku bi darvekirinê re rûbirû ma kampanyaya piştevaniyê
- 12:24 23 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Suxra Xelîl a li Merîwanê ku li dijî êrîşa zayendî ya mêrekê parasxtina xwe kir û bi cezayê darvekirinê re rûbirû hatiye hiştin li ser medya civakî bi dirûşma "Helmetek bo jiyan" kampanya piştevaniyê hat destpêkirin û banga piştevaniyê hat kirin.
Li bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê Suxra Xelîl ji bo parastina xwe bike kesê hewlda tecawizê wê bike berî bi 7 salan kuşt û hatibû girtin. Suxra Xelîl ku lê cezayê darvekirinê hat birîn, hat aşkerakirin ger ku bedela xwînê 300 milyon tunenê îranê bide wê bê efûkirin.
Suxra ya ku nikare pereyê tê xwestin bide her roj bi gefa darvekirinê re rûbirû ye. Hevjînê Suxrayê Umît Bedrî ji bo balê bikişîne ser Rewşa wê li ser medya civakî bi dirûşma "Helmetek bo jiyan" kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin û ji bo rizgarbûna Suxrayê banga piştevaniyê kir.
Sura, 7 sale bi zarokê xwe yê 4 salî re di girtîgehê de dimîne.
Kesên bixwazin piştgiriyê bidin Suxrayê dikarin ji ser vê lînkê piştgiriya xwe ragihînin: https://www.facebook.com/watch/?v=2301982386787021