485 penaber bûn qurbanên cînayetên ser kar

  • 12:12 23 Hezîran 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran ya Îzmîrê, diyar kir di sala 2019'an de 49 karker û di 7 salên dawî de herî kêm 485 penaber li Tirkiye di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran ya Îzmîrê, diyar kir ku penaberên ji ber şer, tundî, bêedaletî û neheqiyê ji cih û warên xwe koç dikin di nava şert û mercên herî xerab de kar dikin û jiyana xwe ji dest didin. Meclîsê, têkildarî cînayetên kar ên penaberan daxuyanî da û diyar kir ku penaberên ji şer direvin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin.
 
Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmîrê, anî ziman ku di sala 2019'an de 49 karker û di 7 salên dawî de herî kêm 485 penaber li Tirkiye di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Di sala 2011'an de piştî li Sûriye şer dest pê kir, Tirkiye bû welatê herî zêde koçber ji derve pêşwazî kirin. Li gorî daneyên Midurê Giştî yê Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir ya 16'ê gulana 2019'an, 3 milyon û 606 hezar û 737 penaberên ji Sûriye hatine Tirkiyeyê. Tevî penaberên ku ji welatên Asya û Afrika hatine ev hêjmar 4 milyon penaberan derbas dike. 
 
Wekî Meclîsa ÎSÎG'ê li gorî daneyên di destê me de herî kêmdi sala 2013'an de  22, di sala 2014'an de 53, di sala 2015'an de 67, di sala 2016'an de 96, di sala 2017'an de 88, di sala 2018'an de 110, di 5 mehên ewil ên sala 2019'an de jî 49 penaber di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Karkerê penaber herî zêde di karê înşaetê, çandinî, şaredarî û tekstîlê de jiyana xwe ji dest didin. Di dema dawî de li Enqereyê 5, li Kocaeliyê 4 penaber li kargeriya lê kar dikirin di şewata avahiyê de jiyana xwe ji dest dan."