Li Sîlopiyê ciwan di şahiyê de hatin gel hev

  • 09:59 23 Hezîran 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Sîlopî ya HDP'ê , ji bo ciwanan li dijî fuhuş û tiryakê ku roj bi roj li herêmê rêjeya wê zêde dibe şahiyek li dar xist. Di şahiya ku hat lidarxistin de bi hezaran ciwan tê de hatin gel hev. 
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi pêşengtiya şaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî fihûş û tiryakê ku di demên dawî li bajêr zêde bûye, ji bo ciwanan şahî hat lidarxistin. Şahî li qada Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, hevşaredarên bajêr, rêveber û xebatkarên şaredariyê û bi hezaran kes beşdarî şahî bûn. Di şahiya ku piraniya wê ciwan beşdar bûn de, komên mûzikê Umut Botan, Dengê Jinên Azad û Koma Gulê Xerzan derketin ser dikê. 
 
'Em bi ser ketin'
 
Piştî wekîlên HDP’ê girse yek bi yek silav kirin, parlementera HDP’ê Dersim Dag, axaftinek kurt kir. Dêrsimê, bal kişand ser pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Piştî banga Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû. Em ji berxwedanek nû derketin. Çalakiya me bi ser ket. Di kesayeta Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd hebû. Ev tecrîd di heman demê de li ser jinan, ciwanan û xwezayê jî dihat bi rêve birin. Ji bo ku ev tecrîd nehat qebûl kirin, çalakî hat destpêkirin û yên bi ser ketin jî em bûn.” 
 
Dêrsimê, bang li ciwan kir ku di meclîsên ciwanan ên HDP’ê de xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku ciwan hebin, faşîzm tu carî bi ser nakeve.” Piştî axaftina Dêrsimê, girseyê bê navber dirûşm ji bo Ocalan berz kirin. 
 
Şahî bi coş bi dawî bû
 
Di şahiyê de coşek mezin hebû û her ku çû  girse mezintir. Hûnermendên derketin ser dikê, bi stranên xwe coşek mezin dan girseyê. Bi hezaran ciwan li ber stranan govend gerand û kêliyên bi coş û keyfxweş jiyan. Di şahiyê de bê navber li dijî fihûş û tiryakê jî dirûşm hatin berz kirin û girseyê berteka xwe nîşan da. 
 
Şahiya ku heta nîvê şevê berdewam kir bi coşek mezin bi dawî bû