Tiştên ku di komkujiya Kobanê de hatin jiyîn û şopên wê (1)

  • 09:03 23 Hezîran 2019
  • Dosya
'5 sal derbas bû lê birînên Komkujiya Kobanê hîn teze ye'
 
Dilûcan Bozî-Binevş Sarya
 
KOBANÊ - Di 25'ê Hezîrana 2015'an, seat 05:00’ê sibehê de li Kantona Kobanê komkujî pêk hat. Di vê êrîşa dijmirovî de 3 jê ducanî 64 jin, 35 zarok, bi giştî di bajar û gundê Berxibatanê de 252 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heta roja îro jî birîna Kobaniyan hîn teze ye.
 
Di sala 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî Kantona Kobanê kirin. Piştî berxwedanek bêhempa di 26'ê Çileya 2015'an de bajar û gundewarên wê bi temamî ji destê çeteyan hat rizgarkirin. Gelê Kobanê berê xwe dan bajar û malên xwe. Her çendî cih û warên wan hatibin talankirin û hilweşandin jî, lê gelê vê herêmê dîsa li ser piyên xwe man. Gel car din dest bi têkoşîna jiyanê kirin û birînê li warê wan vebûbûn hewil didan aş bikin. Jiyan carek din li ser van xakan dest pê kir. 
 
Lê dijminê gelê Kurd çeteyên DAÎŞ'ê careke din di  25'ê Hezîrana 2015'an, saet di 05:00’ê sibehê de, ji du aliyan ve ketin Kantona Kobanê. Baskê yekê ji aliyê Rojavayê Kobanê ji Cereblusê ve hatibûn, ketin gundê Berxibatanê. Baskê duyan jî ji aliyê Bakurê Kobanê ve ji sînorê Tirkiyeyê ve ketin Kaniya Kurdan û ji du aliyan ve komkujî pêk anîn. Çeteyan ji bo neyên naskirin cilê YPG’ê li xwe kiribûn û êrîşî gel kirin. Di encama komkujiyê de 3 jê ducanî 64  jin, 35 zarok, bi giştî  252 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji van 252 jî 28 kes ji gundê Berxibatanê ne, niha navê gund ji aliyê şaredariya bajêr ve hatiye guherîn û bûye gundê Berxwedanê.
 
Malbata Zibêde Mustefa ji 6 kesan pêk dihat, di encama şerên li heremê qewimî de 3 ji wan bûn qurbaniya van şeran. Lawê wê ji ber sedema şerên li Sirê pêk hat jiyana xwe ji dest dide. Keça wê ya bi navê Narîn ku temenê wê 19 salî ye û hevjînê wê Celal Mişo ku 50 salî ye di encama komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest didin.
 
'Keça min dema quran dixwend DAÎŞ'ê gule li ser barand'  
 
Di derbarê komkujiyê de Zibêde Mustefa behsa serpêhatiya xwe kir û wiha got: " Meha remezanê serê siharê dema nimêja sibê bû, carekê me dît dengê derban hat. Em hemû çûn ber deriyê mala xezurê min, me xwest em bizanibin ka çibûye. Wekî ku deh kes ji min re bêjin here malê. Ez bi lez li malê vegeriyam. Dema ez hatim malê keça min Narîn ji bo xwendina quranê ser text rûniştibû quran dixwend, min dît dirêjkiriye û li ber xwe dide. Dema min serê wê rakir xwîn jê diherikî, min kir hewar û gazî. Min bang li gundiyan û hevjînê xwe kir. Hemû kes bi qîrîna min hatin. Me bi lez ew rakir nexweşxaneyê. Dema em gihaştin cihê nexweşxaneyê, çeteyên DAIŞ'ê gule li me reşandin. Di wê kêliyê de hevjînê min û yên di seyarê de jiyana xwe ji dest dan. Ez jî ji 5 cihên cuda birîndar bûm. Di wê navberê de dengê çeteyan dihat min, lê ji ber bi Erebî dipeyîvîn min ji wan fêm nedikir. Tenê min ji wan elah û ekiber fêm dikir."
 
'Ez heta nîvê şevê di nava cenazeyên malbata xwe di erebeyê de mam'
 
Zibêdeyê diyar kir ku ew heta nîvêşevê di nava cenazeyên malbata xwe de maye û wiha dewam kir:"Dema ez birîndar bûm, min nikaribû xwe xelas bikim. Ji saet 05:30'an heta  00:00'ê şevê, ez di erebê de di nava cenazeyên malbata xwe de mam û min li ber xwe dida. Piştre ez ji erebeyê daketim û min berê xwe da parka wefa (hedîqet sedaqa). Piştî wê min berê xwe da kolanan, ez difikirîm çawa xwe bigihînim hevala ji bo birînên xwe derman bikin. Roja din saet di 05:00’ê sibehê de dema ku min dixwest kolanê derbas bikim, nayê bîra min sê an çar çete li serê kolanê sekinî bûn. Ji bo bi min nehesin min xwe avêt aliyê din û di xaniyên vala de min xwe veşart. Her tim malbat û heval bi min re bi rêka telefonê diaxivîn û digotin birînê xwe bipêçe. Paşê min berê xwe da qada aşitiyê û ber bi deriyê Mirşût Pinarê ve çûm, ji ber ku li wir heval li benda min bûn. Piştî ku ez gihaştim wir, ez bi Ambulansê derbasî Pîrsusê kirim. Li wir mûdahaleya yekem kirin û piştre ez birim Amedê  û fîşeka ku di lingê min yê rastê de bû derxistin. Piştî ku tedawiya min qediya, ez vegeriyam Kobanê. Lê min carek din hevjîn û keça xwe Narîn nedîtîn. Niha tenê keça min ya biçûk ku temenê wê 9 salî ye li gel min e. Ez bi alîkariya birayê hevjînê xwe û dostan dijîm. 5 sal derbas bû lê birînên Komkujiya Kobanê hîn teze ye. Keça xwe jî bi Zimanê Kurdî didim xwendin."
 
'Di wê kêliyê de jiyan ji bo min bê wate bûbû' 
 
Zarokên ku li peyî dayika xwe sêwî man û bi hesreta hezkirina dayikê dijîn wiha behsa roja windakirina dayika xwe kirin. Lîlav Mişo bi çavên tijî rondik serpêhatiya windakirina dayika xwe wiha anî ziman: "Siharê zu hîna em zarok di xew de bûn, carekê de em bi dengê fîşekan ji xew şiyar bûn. Me got qey bajarokê Sirînê rizgar bûye û gel ji kêfan re fîşekan davêje. Di vê navberê de cîrana me gazî dayika min kir. Dayika min bi wan re keça wê ya ku birîndar bûbû rakiribûn nexwaşxaneyê. Piştî seatên dirêj bi rêka telefonê ji me re gotin dayka we Fatma Nebî jiyana xwe ji dest daye. Di wê kêliyê de jiyan ji boy min xilas bûbû û ez di nava bê çareseriyê de diperpitîm."
 
'Dayika min çû, min li peyî xwe hişt'
 
Zaroka Fatma Nebî ya herî biçûk Tilînazê jî hesret û bêrîkirina xwe ya ji bo dayika xwe vegot û behsa wan rojên bi êş kir: "Dema dayika min jiyana xwe ji dest da, ez wê demê 9 salî bûm û niha jî ez 13 salî me. Piştî dayika min her tim tenêbûn hîs dikir, ez di malê de ya biçûk bûm. Tu carî ez bawer nakim ku dayika min jiyana xwe ji dest daye. Tiştên herî  xweş yên tên bîra min jî ku dayika min gelekî ji min hez dikir û her tim ez bi xwe re digerandim. Lê dema cara dawî çû, em bi tenê man. Armanca dayika min bû ku ez bixwînim û bibim xwedî pîşeyek baş. Ez ê jî armanca dayika xwe pêk bînim. Dema ez ji dibistanê dihatim her tim ji min dipirsî tu çawa ye, lê niha kesek tune ye ez rewşa xwe pê re parve bikim. Dayika min miroveke ku her kes bi qencî behsa wê dikiri bû."