Zeynep Uren: Divê jin xwe bi rêxistin bikin û êrîşan vala derxînin

  • 09:01 23 Hezîran 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Endama TJA’yê Zeynep Uren da zanîn ku sedema kuştina jinan, îstîsmara zarokan, tacîz, tecawiz, hişbir û fuhuşê dewlet e û bal kişand ser rêxistinbûna li dijî van polîtîkayên dewletê û wiha got: “Ya girîng pêkanîna rêxistina li kolanê ye. Em ê vê rêxistinbûnê ava bikin. Çiqas êrîş hebin, wê ewqas jî parstina cewherî hebe.”
 
Li Tiriyeyê û bajarên herêmê kuştinên jinan her diçe zêde dibin. Li şûna ku cezayên giran bên dayîn, daraz mêr diparêze û biryarên ku kuştinan rewa dike didin. Di meha borî de li Amedê di 3 hefteyan de 3 jin hatin qetilkirin. Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Uren da zanîn ku kuştinên jinan îdeolojîk û polîtîk e. Zeynebê bikaranîna hişbir, kuştinên jinan û îstîsmara zarokan nirxand û balkişand ser girîngiya rêxistinbûnê.
 
‘Jinên Kurd li cîhanê bûn rol model’
 
Zeynebê di berdewamiyê de bi lêv kir ku jinên Kurd û gelê Kurd bi salane bi çanda xwe, xwe parastine û wiha got: “Îro dema em li pêşketina partiyê, rastiya heqîqet, ahlaqê partiyê dinêrin di civakê de pêşketinek heye. Jin û civak bi vê polîtîkayê meşiyan. Xwe nas kirine û pêş xistine. Di têkoşîna 40 salî de hem jinan fedekariyek mezin kirine û hem jî xwe ji nû ve ava kirine. Jinên Kurd li cîhanê bûn rol model. Jinên Kurd li Rojhilata Navîn xwe afirandin.”
 
Zeynebê bi lêv kir ku li ser ciwanên Kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin û bi taybet jî li hember ciwanên ku xwedî rihê têkoşer, berxwedêr û kurdewar in ev pêk tê û ev tişt vegot: “Li ser ciwanên Kurd polîtîkayên qirêj hene. Hewl tê dayîn têkoşîna wan şûnde bixînin. Mînak li vir mêrek hat girtin. Eroîn difrot ciwan û zarokan. Ev mêr hat girtin û dewletê ew berda. Vî kesî bi sedan madeyên hişbirê firotiye zarokên dibistana seretayî. Hat berdan û sedemek vê heye ku ji dewletê piştgiriyê dibîne. Dewlet ji bo pêşî li hişbir û fuhuşê vebibe her cureyê piştgiriyê dide. Em vê li navçe û taxa xwe dibînin.”
 
‘Sedema kuştin, tacîz û tecawizê dewlet e’
 
Zeynebê zanî ziman ku jinên Kurd îro ji bo çand, dîrok, xweza, zimanê xwe biparêzin têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ji bo têkoşîn bê belavkirin, jin hedef tên girtin. Pergal hewl dide jina kole biafirîne. Jin jî li dijî vê têkoşîna azadiyê mezin dikin. Dewlet destkeftiyên jinan hedef digire û dixwaze têkoşînê şûnde bixîne. Ji bo vê kuştinên jinan normal dibîne, rewa dike. Zîhniyeta dewletê zîhniyetek feodal e. Sedema kuştinên jinan, îstîsmara zarokan dewlet e. Dewlet li şûna jinê biparêze, mêr bê ceza dihêle. Em bi zîhniyeteke tecawizî pitikan dikin re jî rû bi rû ne. Li Amedê di 3 hefteyan de 3 jin hatin qetilkirin. Divê jin xwe biparêzin û parastina cewherî bikin. Divê li dijî vê bertekek bi rêxistinkirî bê dayîn. Divê em ji cerebandinan fêdeyê bigirin û xwe rêxistin bikin.”