Dayikên Şemiyê: Tiştekî bi navê edaletê nemaye

  • 15:42 22 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya hefeteya 743’yemîn de aqûbeta Ahmet Ustun ê di sala 1994’an de li Cizîrê hat windakirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û darizandina faîlan, di hefteya 743’yemîn de xwestin li Qada Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê kom bibin. Polîsan carek din dayik asteng kirin. Dayikan li ser vê yek çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Parlementerên HDP’ê yên Stenbolê, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, gelek siyasetmedar, aktîvîst û welatiyan piştîgirî dan çalakiyê. Kesên tevlî çalakiyê bûn, tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, wêneyên windayan û qurnefil hilgirtin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Ahmet Ustun ê 25 salî yê di saet 23.00’yê şeva Nîsana sala 1994’an, li Cizîrê ji aliyê kesên bi çek ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 
 
Endama Komîsyona Windayên Dibin çavan de ya ÎHD’ê Masîde Ocak daxuyaniya vê heftê xwend.
 
Masîde, diyar kir ku ev 743 heftene ew aqûbeta mirovên xwe yên dibin çavan de hatine windakirin dipirsîn û wiha axivî: “Ev mafê me di tu şert û mercan de tune nayê hesibandin. Ji bo ev mafê me neyê redkirin, em li kolana li aqûbeta windayên xwe digerin.” 
  
Masîde, da zanîn ku ew 743 heften dikin qîrîn û hawar û wiha got: “Li Tirkiyeyê pergaleke darazê ya ku gel baweriya xwe pê bîne tuneye. Mirovên ku ji bo maf û edaletê derdikevin kolanan û mafê xwe  yê ewlekariya qanûna bingehîn bi tînin, tên sûcdarkirin, binçavkirin, girtin û darizandin. Lê faîlên mirov dibin çavan de windakirin, bi pergala ne cezakirinê tên parastin. Ger desthilatdarî û serdest bên guhertin jî, ev kevneşopî dê ne guhere.” 
 
Masîde, bal kişand ser çîroka Ahmet Ustun û wiha bilêv kir: “Ahmet Ustun hîna 25 salî bû û li Cizîrê dijiya. Derdûra saet 23.00’yê şeveke Nîsana sala 1994’an de kesên bi çek bi sê wesayîtan hatin mala Ustun a li Taxa Cudî. Ji malbatê gotin ‘Dê îfade bide û emê wî berdin.’ Kesên bi çek bi vî awayî Ahmet Ustun biçav kirin.” 
  
Dotira rojê bavê Ahmet Mehmet çû tabûrê û pirsa kurê xwe kir. Rayedarên tabûrê ji bav Mehmet re gotin ‘îfadeya wî hatiye girtin, dê dûre sewqî dadgehê bikin.’ Ahmet li ser vê yekê roja diduyan diçe dozger. Li wê derê jêre dibêjin kurê te hatiye berdan û biçe malê li bendê be. Lê careke din Ahmet Ustun venagera malê.
 
Memet Ustun ji bo ku ji kurê xwe agahî bigire, xwe digihîna kesekê bi JÎTEM’a li herêmê re dixebite û ji bo ku agahî ji kurê xwe bigire peran didiyê. Kesê ku pere digire, piştî 10 rojan, agahiya ‘Ahmet 3 rojan dibin çavand de dimîne û dûre tê kuştin, dide bavê wî. 
 
Xezûrê Ahmet Ustun, xwe digihîne endamê JÎTEM’ê Abdulhakîm Guven ê di ekîpa karê binçavkirinê de cih digre. Guven, ji wî re dibêje, heviya xwe ji Ahmet bibirin û li benda wî nemînin.
 
Şahidê bi navê A.P. bi van gotinan: "Min Ustun li Fermandariya Leşkerî ya Cizîrê di îşkenceyê de dîtiye û bi dehan cara dema ku ew dibirine îşkenceyê min navê wî dibihîst. Min şahidiya wehşetê kir." qala tiştên ku bûbûn ji raya giştî re parve kir. Malbata Ustun bi rêya parêzerê xwe Tahîr Elçî di sala 2000'î de careke din serî li dozgeriyê dan û di çarçoveya doza JÎTEM'ê de îfade da.
 
Heta îro darizandineke ku rastiyê derxe holê û faîlan ceza bike, pêk nehatiye. 25 salên daxwaza Fadîle Ustun a "Ez zanin kurê min hatiye kuştin... Wek dayikek dixwazim xwe bigihînim kurê xwe û li ser gora wî dia bikim" nayê bersivandin. 
 
Em îxbara sûs a kuştina Ahmet Ustun a di bin çavan de dikin. Şertên pêwîst ên ji bo vekirina doza cemaweriyê yên vî sûcê ku nakeve çarçoveya demboriyê hene. Em bang li dozgeran dikin ku peywirên xwe yên qanûnî bi cih bînin. 
 
Em ê destûr nedin ku Ahmet Ustun û hemû windayên me bên jibîrkirin. Em ê dev ji windayên xwe û qada Galatasarayê ku 44 hefte ne ji gelhatine me re hatiye qedexekirin bernedin.
  
Pişt re jî kekê Husamettîn Yaman ku hatiye windakirin Feyyaz Yaman axivî. Yaman di axaftgina xwe ev tişt gotin: "Em dîsa li vir in. Em dîsa li ser êşa windayekî û lêgerina maf û edaletê li hev kom bûne. Windabûna Ahmet 1994 a birayê min 1992 e. Li gel ku bi ser bi qasî tememên windayan dem derbas bûye jî xemsariya hiqûqî hê jî didome. Desthilata ku hel dide dîmenên diyalogê yên li ser nîjad û cihêkariya siyasî bide, gotara wê ya siyasî hê jî li ser teoriyên komployan e û di wê baweriyê de ye ku dê bi vê yekê valahiya li holê dabigire û civakê manîpule bike. 
 
Husamettîn destnîşan kir ku li pey lêgerîn û mafê xwe yê anîna ziman a Galatasarayê ne û wiha got: "Em careke din bi bîr dixin ku heta valahiya taritiya li ser windayan, kesên hatine tunekirin, edalet û mafan têje nebe dê di civakê de yekîtî, pevretî, hîqûq û sazîbûna dewletê nikare bê avakirin."
  
Kurê Huseyîn Taşkaya ku di sala 1993'an li Rihayê hat windakirin Şerîf Taşkaya jî ragihand ku dema bavê wî di bin çavan de bûye dozgerên ku serî lê dane, vê bersivê daye wan: "Heke serokê eşîrê û serokê kontrayê destûr bide ez ê lêpirsîn vekim" Taşkaya di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: "Rewşa dozgerê dewletê wiha bû. 17 sal bûn dadgeh hebû. Dadgeh ji me re dibêje, 'bibin dijminê hev'. Mirovan dikin dijminên hev. Li rojhilatê Firatê 25-30 salên tiştek nebûye. Dadgehê dibêje ku tiştek ji wan dernakeve. Riha niha di destê selefxur û çeteyên ku bi dewletê re tevdigerin de ye. Nale nala mirovan e, nizanin çibikin. Li ser navê edalet û dadgehê tiştek nemaye."