Xizmên Windayan: Em ê heta dawî li pey edalet û rûbirûbûnê bin

  • 14:54 22 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya şemiyê berdewam kirin. Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Yuksel Aslan Acar bertek nîşanî qedexekirina Parka Koşuyolu da û got: "Walî bi qedexekirinan nikare ser rastiyan bigire." 
 
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya şemiyê berdewam kirin. 
 
Amed
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên Amedê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 541'emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan amade bûn. Xizmên windayan disa wêneyên windayan hembêz kirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin.  Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Yuksel Aslan Acar bertek nîşanî qedexekirina Parka Koşuyolu da û got: "Walî bi qedexekirinan nikare ser rastiyan bigire. Nikarin li pişt dîwaran rastiyan veşêrin. Bêcezakirin polîtîkaya dewletê ye. Îşkenceya li Xalfetiyê, berdana bersûcên  ku li Sîlopiyê 2 zarok kuştin, kuştina 6 welatiyên li Sîweregê encama polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê ye." 
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli jî got 541 hefte ye ji bo rastî ronî bibe li ber xwe didin û got: "Yên ji vê rastiyê bêzar dibin 41 hefte ne destûr nadin ku ev çalakî li derve bê li dar xistin. Em ê heta dawî li pey edalet û rûbirûbûnê bin." 
 
Endamê komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin jî piştre çîroka Zeynel Kursen ê di 24'ê Adara 1994'an de hat windakirin xwend. Hasan , anî ziman ku Kursen dema ji Nexweşxaneya Dewletê derket ji aliyê kesên çekdar ve bi zorê hat revandin û windakirin û carek din agahî jê nehat girtin. Yalçin, da zanîn ku piştre fêr bûne ku Kursen ji aliyê endamên Hizbullahê ve hatiye revandin û hemû hewldanên malbatê bê encam maye û heta niha tu agahî negirtine. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
Êlih
 
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 447'an de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan kom bûn û aqûbetna windayan pirsîn. Parêzerênk Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê, (OHD), parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan di çalakiyê de amade bûn. Malbat û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Rêvebera ÎHD'ê ya Êlihê Gulbahar Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku 42 hefte ye destûr nadin ku li Kolana Gulistanê daxuyanî bidin û ji ber vê yekê 42 hefte ye li avahiya ÎHD'ê daxuyanî didin. Kaya, anî ziman ku heta aqûbeta hemû windayan ronî bibe wê têkoşîna xwe ya lêgerîna windayan berdewam bikin. Kaya, herî dawî aqûbeta Serok û Sekreterê HADEP'ê yên Sîlopiyê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di 25'ê Çileya 2001'an de dema çûn qereqola cendirmeyan û carek din venegeriyan xwend. 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.