Canan Kaftancioglû: Em dîsa dibêjin tifaqa Stenbolê

  • 14:00 22 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL- Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, bersiv da pirsên rojnamegeran ên derbarê hilbijartina Stenbolê ya sibe bê lidarxistin û got: “Di 31’ê Adarê vîna gel xesp kirin. Gel, dê di 23’yê Hezarînê de, carek din Stenbolê teslîmî xwediyê wê Îmamoglû bike. Tifaqa Stenbolê dê qezenc bike.” 
 
Seroka Rêxistina Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglû piştî beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bû, bersiv da pirsên rojnamegeran ên derbarê hilbijartina Stenbolê ya sibe bê lidarxistin. Kaftancioglû, li ser pirsa amadekariyên hilbijartina sibe ya bê lidarxistin wiha got: “Di 31’ê Adarê vîna gel xesp kirin. Gel, dê di 23’yê Hezarînê de, carek din Stenbolê teslîmî xwediyê wê Îmamoglû bike. Dê dîsa Stenbolê 16 mîlyon qezenc bike.”
 
Canan, diyar kir ku amadekariyên dawî jî qediyan û wiha axivî: “Çawan ku me di 31’ê Adarê de destûr neda ku yek dengê Stenboliyan bê dizîn, em ê sibe şev jî li hemû dibistanan bi erkdarên xwe sindoqan biparêzin. Niha nêzî 200 hezar kesên perwerde dîtin, dê li ser sindoqan cih bigirin. Li şûna fikaran bila hemû kes biçin deng bidin. Ew mafê wan heya ku bi fikar bin. Ji ber ku em ne di dewleteke hiqûq de, di dewletek partiyê de diçin hilbijartinê. Lê me tu carî destûr nedin ku bûyer neyînî rû bide û emê pêşiya hemû tiştî bigirin. Ji ber hêza me, baweriya me, aqlê me û mafê me heye.”
 
Canan, darbarê tifaqa hilbijartinê de jî wiha got: “Em pir keyfxweşin ku tiştên me di 31’ê Adarê de gotin, em di 23’yê Hezîranê de jî dibêjin. Em pir keyfxweşin ku em siyasetekê hemû civakê dixwe nava xwe, reng, deng û nasnemyan ji hev cuda nake û hemû kesê hembêz dike, bi rêve dibin. Di 31’ê Adarê de jî me gotibû tifaqa Stenbolê û emê di 23’yê Hezîranê de jî bêjin tifaqa Stenbolê. Ji ber vê tifaqa Stenbolê dê qezenc bike. Ev tifaqa Stenbolê dê mafê 16 mîlyon kesan teslîmê wan bike.”