Hejmara kesên li Sîwereg hatin binçavkirin derket 6’an

  • 13:54 22 Hezîran 2019
  • Rojane
RIHA - Ji Sîwereg, ji ber kuştina 6 kesan, 2 jê ji aliyê megdûr, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 6’an. Birayê parlementerê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol Cemal Îzol duh sewqî dadgehê hat kirin û girtin.
 
Di 15'ê Hezîranê de li gundê Çeltîk ê navçeya Siwereg a Rihayê ji ber nîqaş û rageşiyên li ser erd Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) ji aliyê ferdên malbata parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol ve hatin kuştin. Ji ber kuştina 6 kesan, hejmara kesên hatin girtin derket 6’an. Her 6 kes bi sûcdariya “Mirov kuştin û hewldana  kuştinê” hatin kirin. Ji 6 kesên hatin kuştin, 2 jê ji malbata mexdûr bûne. 
 
Piştî bûyerê birayên parlementerê berê yê AKP’ê Zulfîkar  Îzol, Bulent Îzol, Cîhan Îzol, kurê wî Ferman Îzol û ji malbata ku xizmên xwe di êrîşî de winda kirin Mehmet Metîn Îzol û Yûsûf Rojhat Îzol hatibûn girtin.   
 
Birayê Zulfîkar Îzol, Cemal Îzol ê di êrîşê de birîndar bibû û dermankirina wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê dibin çavderiya polîsan de dewam dikir jî, piştî ji nexweşxanê hat derxistin duh bi şev sewqî edliyê hat kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê bi heman sûcdariyê derbarê Cemal Îzol de biryara girtinê da û şand girtîgehê. 
 
Li aliyê din, hat diyar kirin ku Cîhan, Bulent û Ferman Îzol ên li Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê girtîbûn, bi hinceta ewlekariyê sewqî Girtîgeha Qeyserî hatin kirin. Mehmet Metîn û Yûsûf Rojhat Îzol jî, bi heman hincetê sewqî Girtîgeha Xerpetê hatin kirin.