Ji Şaredariya Gel hişiyariya zeviyan

  • 09:06 16 Gulan 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî/Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Beşa Ekolojîk a Şaredariya Gel a Hesekê Hemdiya Hisên derbarê zirarên ku digihêjin zeviyan hişyarî kir û got:"Divê gel zeviyên xwe neşewitînin û li dijî gihayên ku zirarê dide teneyan tedbîra xwe bigirin." 
 
Endama Beşa Ekolojîk a Şaredariya Gel a Hesekê Hemdiya Hisên derbarê zirarên ku digihêjin zeviyan hem xwediyê zeviyan hem jî gel hişyar kir û got:"Divê tu kes çixareyan ji wesayîtên xwe neavêje erdê û nêzî zeviyan. Dema ku malbat diçin seyranê divê agir bi gîhayên hişkbûyî nexin. Çimkî ev dibe sedema zirarên mezin."
 
Hemdiyayê wiha got:"Di demsala zivistanê de baranê hem sûd da cotkaran hem jî ji ber ku zêde bariya zirar da xwezayê. Gelek gihayên ku zirar dide tenê divê bê rakinin. Divê her kes li gorî van hişyariyan tev bigerin da ku xwezayê ji agir û zirara ku bigihêje zevî û cotkaran, biparêzin. Gelek gîhayên ku derketin û niha hişk bûne  divê tu kes amûrên agir li tu deran pênexe û bi kar neyîne. Divê tu kes çixareyan ji wesayîtên xwe neavêje erdê û nêzî zeviyan. Dema ku malbat diçin seyranê divê agir bi gîhayên hişkbûyî nexin."
 
'Divê bi her patozekê re wesayîta Agirkujê hebe'
 
Hemdiyayê derbarê karkirina patozan ev hişiyarî kir û wiha dom kir: "Di vê demsala çinînê de û ji ber metirsiya agir bi zeviyan keve û şewat bi rengekî mezin rû bide da ku Şaredarî jî dereng nemîne xwe bighîne wan me ev biryar da ku bi her patozekê re dê wesayîta Agirkujî hebe."
 
'Qeyîdkirina navan dewam dike'
 
Hemdiyayê got êdî xwediyên patozan tên navê xwe qeyîd dikin û wiha dewam kir: "Niha xwediyên patozan tên li Şaredariyê navê xwe û patoza xwe qeyîd dikin êdî li gorî wê em wê dişopînin û paşê wesayîteke Agirkujê bi wê re eyar dikin. Niha me 13 wesayîtên Agirkujê ên biçûk ku ji 5 kîlo heya 12 kîlo radihêjê me amade kiriye û hejmarên wan li her derê belav kiriye. Me dewriyek lezgîn ava kiriye da ku şewat ango tiştek rû bide di demek zû de em xwe bigihînin wan. Em bi hêvî ne ku gelê me jî bi me re bibe alîkar."