Dayikên li Rihayê: Yên ku rastiyan nabînin û bêdengin cahîl in

  • 17:26 15 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Li Rihayê dayikên ku ji bo zarokên xwe di nobetê de ne, bi pirtûkên di destê xwe de bersîv dan helwesta polîsên ku dayik wekî "cahil" penase kiribûn û gotin: "Gelê Kurd êdî ne cahîl e. Bila çavê xwe baş vekin û li me binerin. Em destê xwe bavêjin çi emê bistînin. Em ê ve têkşînê bi dest bixin." 
 
Nobeta dayik û malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, di roja 7'an de berdewam dike. Dayikan di çalakiya xwe ya îro de, helwesta polisên Stenbolê ya li dijî dayikên ku li Stenbolê binçav kiribûn anîn ziman. Dayikan helwesta polîsan a "Cahil" rexne  kirin. Dayikên ku di çalakiya nobetê de pirtûkên Arda Denkel a "Wate û sedem", pirtûka Huseyin Turhan a "Dozek û du şoreşger", pirtuka Tolstoy a "Mirina Îvan İlyîç" dixwînin bilind kirin û xwestin bizanibin dayik kîjan pirtûkan dixwînin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Adile Oncel, bertek nîşanî helwesta polîsan a dayik wekî "cahîl" penase kir da û wiha got: "Bila kes me cahîl nebîne. Dayikên me ne cahîl in. Em bang li her kesî dikin ku tev li nobetê bibin û bibin dengê dayikan. Em êrîşa li dijî dayikan şermezar dikin. Em jî ji niha û şûnde dê her dem li gel dayikên xwe têbikoşin. Em gotina "cahîl" a li dijî dayikên xwe şermezar dikin. Yên ku van rastiyan nabînin û wîcdanê wan bêdeng e ew bi xwe cahîl in. Em dubare vê helwesta li dijî dayikên xwe şermezar dikin."