Malbatan ji Mêrdînê bang kirin: Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin
- 15:51 15 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Malbatên girtiyan ji bo li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiya grevên birçîbûnê yên ku berdewam dikin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê daxûyanî dan. Malbatan diyar kir ku demildest bila edalet û hiqûq bi cih were.
Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê de hatine destpêkirin berdewam dikin. Piştevaniya çalakiyan ya li derve ya malbatên girtiyan jî berdewam dike. Di çarçoveya vê piştevaniyê de malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniyê bidin lê destûr nehat dayîn. Ji ber vê malbat li ber Mala Jiyanê ya Civakî kom bûn û bi tevlibûna Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma çelî, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê daxuyanî dan.
‘Em dixwazin ku hiqûq bi cih were’
Li ser navê malbatan Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk axaftin kir. Tuma, anî ziman ku bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe û wiha got: “Ev tecrîd ne bi tenê li dijî Îmraliyê ye. Li ser hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn e hemû gel para xwe jê digirin. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe bi hezaran kes dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine. Çalakiyên girtiyan ku di pêşengiya Leyla Guven de hatin destpêkirin 100 roj li dû xwe hiştine. Parlamentera me ya Amedê Dersîm Dag, her wiha Parlamenterên Wanê Tayyîp Temel û Murat Sarisaç jî di greva birçîbûnê de ne. Li girtîgehan du koman dest bi rojiya mirinê kirine. Hemû grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi tenê ji bo rakirin tecrîdê ye. Di serî de îktîdar divê hemû gelên Tirkiyeyê vê bibînin û bêdeng nemînin. Bila demokrasî pêk bê. Êdî bes e. Em naxwazin ku tu kesî winda bikin. Em dixwazin ku hiqûq bi cih were.”
Daxûyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.