Seroka Partiya Çep a Cezaîrê Liwîza Henûn li ber sêdarê ye
- 15:34 15 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka partiya karkerên Çep a Cezairê Liwîza Henon cezayê di asta darvekirinê der heqê wê de tê kirin.
Seroka partiya karkerên çep ya Cezairî Liwîza Henûn bi boneya pêşengiya şoreşa Cezair ya di 22'ê Sibata 2019’an kiriye hat girtin. Bi îdiaya ku dixwest “sîstemê biguhere” lêpirsîna wê hatiye kirin û sewqî Dadigeha Leşkerî a Cezairê kir. Di derbarê dosiya birayê serokê Cezair yê berê Seîd Bûtiflîqa û serokê muxaberatê Cezair General Tewfîq û General Usman Tirtaq yên berê hatine girtin de wê jî tewanbar dikin.
Endamên partiya karkerên çep girtina Seroka Karkerên çep ya Cezairî şermezar kirin û banga berdana wê kirin.
Liwîza Henûn bi armanca lêpirsînê di 9'ê Gulana 2019’an de hat girtin. Endamê heman partiyê Remedan Yûsf da zanîn ku heta niha nizanin sûcên ku kiriye çi ye.
Li gorî Ajansa ‘El-Erebî El-Cedîd’ ji dema girtina Liwîza Henûn heta niha cara yekem parêzerên wê pê re hevdîtin kirine. Her wiha gotina ku bi hinceta ‘daxwaza wê ew e sîstemê biguhere’ wê hukmê di asta darvekirinê derheqê wê de were birîn.