Jina derûniya wê xira bû agir berda bedena xwe
- 14:43 15 Gulan 2019
- Rojane
ŞENGAL - Jina bi darê zorê hate zawcandin derûniya wê xira bû, agir berda bedena xwe. Di encamê de li malê şewat derket û 4 zarok birîdar bûn.
Ji bar zexta li ser jinê û zihniyeta zilam a li hemberî jinan di nava cîvakê gelek jin rewşa wan a derûnî her diçe xerab dibe. Ji ber pisrgirekên tendirustî ku giran dibin dawî li jiyana xwe tînin, zararê didin xwe û derdora xwe. Bi taybet piştî fermana di 2014’an li Şengalê gelek jin derûniya wan têk çûye.
Ji ber pirsgirêkên ku hatin jiyîn û zextên li ser jinê di 14'ê Gulanê de seatên evarî jineke bi nave M. E. ji ber bi zorê hat zewîcandin agir berda bedena xwe. Li Gorî agahiyên hatin bidstxixtin berî vê jî heman jinê xwestibû dawî jiyana xwe bine. Di encama şewatê de 4 zarok birîdar bûn M.E.'yê jî jiyana xwe ji dest da.