Li Hesekê pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî
- 14:32 15 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Ji bo cejna zimanê kurdî şahiyek li navenda Mihemed Şêxo hat lidarxistin.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo taxa Miftî a bajarê Hesekê cejna zimanê kurdî bi şahiyekê pîroz kirin. Di şahiyê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Mamoste û şagirtên dibistanan amade bûn. Dîwarên navendê jî bi pankartên weke “Hebûna çandî bi ziman pêkan e” hatibû xemilandin. Di şahiya bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir de ji Komîta Zimanê Kurdî ya bajarê Hesekê Hemrîn Hisên nirxandin kir.
Hemrîn anî ziman ku gihaştina wan heta vê astê bi saya wêjevan û helbestvanên kurd bûye û wiha pêde çû: “Zimanê Kurdî zimanê Xanî û Melayê Cizîrî, zimanê Cegerxwîn û Mihemed Şêxo, zimanê Qadî û zimanê gelê kurd e. Ji ber wê jî xwedîderketin û parastina berhemên van kesayetên mezin dewlemendiya zimanê me ne.”
Hemrîn ragihand ku çawa ev roj bûye roja cejna zimanê kurdî û wiha got: "Di sala 1932’an de kovara kurdî bi navê Hawar dest bi weşana xwe ya yekemîn mîrasek wiha ji me re hiştiye. Ji 15’ê gulana 2006’an de weke cejna zimanê kurdî hat pejirandin. Wê her dem ev roj ji bo me giringî û wateya xwe biparêze.”
Piştî gotinên Hemrîn Helbestvana Stêrk Ebdî helbestek li ser zimanê kurdî xwend.
Şagirt Dilîn jî du helbest diyarî kesên Hazir kir. Koma Pêşeroj ya muzîkê stranên şogreşgerî gotin.
Komên dibistana şanoyek bi navê (Kelemên Azadiyê) pêşkêş kirin.
Bi gerandina govendê şahî dawî bû.