Li gel astengiyan ji ber girtîgeha Panosê bang kirin: Tecrîdê rakin

  • 13:55 15 Gulan 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Malbatên Girtiyan ku li ber Girtîgeha Panosê hatin gel hev, li gel hemû astengiyan banga tecrîdê rakin kirin. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Abdullah Koçû Mensur Işik li ger Girtîgeha Panosê ya Tîpa L bi xizmên girtiyên di greva birçîbûnê re hatin gel hev.
 
Malbat, bi parlamenterên HDP'ê re xwestin daxuyaniyê li ber girtîgehê bdin lê cendermeyên ku biriyara qeymeqamtiyê wekî hincet nîşan dan destûr nedan û xizmeke girtiyan ku bi kurdî axivî ji aliyê çawîşê pispor ve hat derbkirin.
 
Li gel êrîş û astengiyan malbatan û parlamenteran diyar kirin ku grev hatine asteke krîtîk û divê demildest tecrîd bê rakirin.
 
Daxuyanî bi lîlandin û bi dirûşmên jinan ku berz kirin bi dawî bû.
 
Piştî daxuyaniyê cendirmeyan rojnamegerên nûçe dişopandin di GBT'ê re derbas kirin.