Cejna Zimanê Kurdî li Zanîngeha Rojava hat pîrozkirin

  • 13:54 15 Gulan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Zaningeha Rojava şahiyek li dar xist.
 
Îro li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê bi armanca pîrozkirina 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, şahiyek hat lidarxisitn. Di şahiyê de xwendekar, mamoste, rewşenbîr, helbestvan, rojnemevan û bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweser amede bûn. 
 
Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Barîn Kobanê û wêneyên têkoşerên azadiyê û rewşenbîran hat xemilandin.
 
Şahî bi deqeyk rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Desteya Perwerdeya Demokratîk Mihemed Salih, li ser navê Meclîsa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Hikmet Xelo, li ser navê Zanîngehê Berdran Benaber axivîn, di axaftinê de r15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî,  hat pîroz kirin, her wiha berxwedana greva birçîbûnê û dayîkan hat silavkirin.
 
Ji bo roja ziman helbest hat xwendin û sineviziyon li ser dîroka zimanê Kurdî hat temaşekirin. Piştre koma zanîngehê stran gotin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.