Doza Şule Çet dest pê kir: Em li pey edaleta rast in
- 12:21 15 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Jinan beriya doza derbarê Şule Çet de ku piştî bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û hat qetilkirin li ber edliyeyê daxuyanî dan û wiha gotin: "Îro Şûle ne li vire lê em li vir in. Em dengê Şuleyê ne û li pey edaleta rast in."
Daneşîna 2'emîn a doza bersûcên kuştina Şule çet a ku bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin û piştre jî ji qadê 20'î hat avêtin, Berk Akan û Çagataya Akus li 31'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat destpêkirin. Beriya ku doz bê destpêkirin li ber Edliyeyê ji aliyê ji aliyê malabta Şuleyê, parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, parlamterên CHP'ê, Tora Parastina jinan, Meclisên Jinan, Ciwanên Komunîst ên Tirkieyyê, Komîsyona ji Şule Çet re Adalet Meclisên Sosyalîst ên Jinan û gelek hiqûqnasan li ber edliyeyê daxuyuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê li cihê daxuyanî bê dan pankarta bi dirûşmên, "Em dengê Şuleyê ne, Em li pe Edaleta rast in" hat daliqandin.
Di daxuyaniyê de ji Tora Parastina Jinan Ruya Înanir axivî û wiha got: "Wê îro 2'emîn daneşîna doza Şule Çet bê kirin. Di daneşîna yekem de îfadeyên bersucan ên bi nakok îdayên me piştrast kirin. Niha jî heyeta dadgehê bê şerm û fedî rewşa aborî ya Şuleyê lêkolîn dike. Nabêjin ku Şule bi çi awayî hatiye qetilkirin. Îro Şule ne li vir e lê em li vir in û em nahêlin ku tu jineke din ji qatê plazayê bê avêtin."
Piştî daxuyaniyê girse daerbasî salona wê daneşîn lê bê kirin.