Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê koma 51'em dewir girt

  • 10:50 15 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Ji 16'ê Kanûna 2018'an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiyên gireva birçîbûnê yê bêdem bi dorveger bi  biryarek mezin didome û îro koma 51' an çalaki dewir girt. Di dewirgitina çalakiyê de li ser 22’emîn salvegera komkojiya Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
 
Ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengitiya Parlamentera HDP'ê ya Colamêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çalakiyên gireva birçîbûnê hatibûn despêkirin. Her roja ku diçe  piştgirî zêdetir dibe. Ji 16'ê Kanûna 2018'an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiyên gireva birçîbûnê yê bêdem bi dorveger bi  biryarek mezin didome û îro koma 51' an çalaki dewir girt. Di dewirgitina çalakiyê de li ser 22’emîn salvegera komkojiya Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di 16'ê Gulana 1997'an de ji aliyê dewleta tirk ve êrîş li ser saziyên li Hewlêrê hatibûn kirin. 
 
Daxuyanî hevşeredara Wargeha Mexmûrê  Leyla Îlhan  da û got: “Em jî li ser navê Wargeha şehîdên ku bi deste îxanetê şehîd ketine û berxwedêrên di komkojiya hewlêrê de şehîd ketine bi bîrtinin û bi minetdarî bejna xwe li beramberî wan ditewînin.”
 
‘Di dîroka gelê kurd de cara yekem di kesayeta  Haqî Karer de xwest bi îxanetê tevgera Azadiyê têk bibin’
 
Leyla Îlhan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser komkojiya Hewlêrê û wiha berdewam kir: “Ev 22 sale li ser komkojiya hewlêrê re derbas bû ket sala 23 emîn, lê mixabin demarê  îxanêtê ji dîrokê heta roja me ya îro hêj berdewam e. Di dîroka gelê kurd de cara yekem di kesayeta  Haqî Karer de xwest bi Îxanetê tevgera Azadiyê têk bibin. Wê îro têkoşîna Leylayan xeta îxanetê ya di nava kurdan de têk bibe, ji ber em dizanin îxaneta sala 1997’an heta roja me ya îro bi her awayê xwe berdewame.”
 
‘Wê serkeftin bibe ya gelê kurd’
 
Hevşeredara Wargehê Leyla Îlhan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lê em vana baş dizanin bi berxwedana 14’ê Tirmehê ev îxanet têk çû û heta roja me ya îro hat, wê berxwedana îro di kesayeta Rêber Apo de,  bi pêşengtiya Leyla Guven û bi hezaran girtiyên azadiyê wê îxaneta ku îro heyî wê têk bibe, wê serkeftin bibe ya gelê kurd.” 
 
‘Îro dereng e pêwîst e gelê kurd li van çalakiyan xwedî derkeve’
 
Li ser navê çalakiya koma 50’î mamosta Yusuf Gondigî axivî û got: "Di serî de ez roja zimanê kurdî li Rêber Apo û hemû gelê kurd pîroz dikim. Îro zêdeyî 6 mehe pêvajoya berxwedana çalakiyê hetiye despêkirin, herî dawî jî 2 komên çalakvanan dest bi rojiya mirinê kirin, li Hewlêrê jî ciwanek bi navê Merwan dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye. Bê guman armancek heye, armanca vê çalakiyê şikandina tecrîdê ye, berxwedana ku heye, di astekê de tecrîd pûç kiriye lê belê ev yek têrê nake. Îro dereng e pêwîst e gelê kurd li van çalakiyan xwedî derkeve. Em serkeftinê ji koma 50'î dixwazin."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşma; "Bimre îxanet", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.