Jinên laçik spî li Elmanya û Hollandayê çalakî pêk anîn
- 10:45 15 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Elmanya û li Deng Haagê ya Hollanda jinan ji bo piştgiriyê bidin rojiya mirinê û greva birçîbûnê daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Li Dusseldorfê ya Elman ji bo xwedî li greva birçîbûnê li qadan çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyan de greva birçîbûnê û rojiya mirinê û her wiha Dayikên Aştiyê hatin slavkirin. Li Dusseldorfê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Nalîn Mûş li Heînrîch-Heîne-Platzê laçikên spî dan serê xwe û diyar kirin ku piştgirê didin Dayikên Aştiyê. Jinan bêdengiya welatên Ewropayê û raya giştî ya cîhanê şermezar kirin, hate bibîrxistin ku 7 hezar kes li ber sînorê mirinê ne û bang li saziyên navnetewî hate kirin ku bi lezgînî tevbigerin.
Li Bremenê ya Elmanyayê endamên Yekitiya Jinên Kurdistanê ya Elmanyayê (YJK-E) laçikên spî dan serê xwe û tecrîd û êrîşa li ser dayikên girtiyan şermezar kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, derbarê berxwedana greva birçîbûnê agahî hatin dayîn.
Li Kolnê jî bi banga meclîsa jinan a Viyan li Bahnhoforplatzê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de der barê greva birçîbûnê û rojiya mirinê de axaftin hatin kirin.
Li Hollandayê çalakî hat lidarxistin
Li Hollanda Den Haagê jî ji li ber Dîwana Edelatê ya Layheyê çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi banga Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê hat lidarxistin û bêdengî hat şermezarkirin.
Lİ Hîldesheîmê jî ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê û rojiya mirinê ev 7 heftî ne çalakî tên lidarxistin.
Li dora konê ku li ber Dêra St. Jakobî hatî danîn belavokên li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê hatin belavkirin.
Çalakgeran wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê û yên girtiyên ku çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan hildan, laçikên spî bi xwe ve kirin û êrîşa li ser dayikan şermezar kirin.
Li Stûttagartê jî ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî pêk hat. Çalakî bi banga Platforma Jiyanê ya li Dijî Jiyanê hate kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bêdengiya raya giştî hat şermezarkirin.