Li Silopiyayê ji bo grevên birçîbûnê meş hat lidarxistin

  • 10:29 15 Gulan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Komek ciwan li Silopiyayê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê meşa bi meşaleyê li dar xistin. 
 
Li Kuçeya Nuhê ya Silopiyayê Şirnexê komek ciwan hatin gel hevdu û meşa bi meşaleyê li dar xistin. Di meşa ku hat lidarxistin de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û ciwanan bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê.
 
Ciwanan di meşa pêk anîn de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.