Li avahiyên ku 3 sale nehatine teslîmkirin wê nobedar bên bicihkirin

  • 09:31 15 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - TOKÎ’yên ku piştî qedexeya derketina derve li Nisêbînê hatin çêkirin 3 sale hîna radestê gel nehatiye kirin û welatiyên ku malên wan hatin hilweşandin tevî sozên ji bo wan hatiye dayîn 5 mehe piştgiriya kirê jî nagirin. Malbat diyar dikin ku ew ne nobedar, cîranên xwe dixwazin. 
 
Di dema qedexeyên derketina derve ya li Nisêbîna Mêrdînê li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla û Zeynel Abîdîn xanî hatin hilwşandin. Hat hînbûn ku Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê 5 mehe kirê nedaye kesên bi Komîsyona Lihevkirinê ya Ofîsa Veguhestina Bajarvaniyê.
 
Sê sale hîna mifte nehatine teslîmkirin
 
Hat destnîşankirin ku ji aliyê Rayedarên Komîsyona Lihevkirin û Wezaretê ve, ji bo hemû bernameyên li Nisêbînê hatine kirin soza ‘ji bo welatiyên bi wezaretê re lihevkirine heta xaniyên wan bê teslîmkirin wê kiriya wan bê dayîn’ hatiye dayîn û tevî ku hîna TOKÎ nehatine teslîmkirin, derket holê ku 5 mehe kirêya welatiyan nehatiye dayÎn. Li 6 taxan çêkirina 5 hezarî zêdetir avahî û kargeriyan bi dawî dibe, li hinek etaban peşk hat kişandin. Lê hîna ji ber karê tapo, ceyran û avê nehatine kirin hîna mifte nehatine teslîmkirin.
 
Buroya îrtîbatê dibêje xanî hatine teslîmkirin
 
Welatiyan diyar kirin ku tevî xanî nehatine teslîmkirin, xala ‘heta xanî bên teslîmkirin wê pereyê kirê bê dayîn’ ya di peymanê de cih digire hatiye binpêkirin û destnîşan kirin ji bo bertek nîşan bidin çûne buroya îrtîbatê ya TOKÎ lê boryê nîşan daye ku ew niha di xanî de rudinin.
 
Wê nobedaran li avahiyan bicih bikin
 
Fatma Onguç a di dema qedexeyê de mala wê ya li taxa Dîcle hat hilweşandin, wiha got: “Li vir şîrket ava kirine û ji şîrketê ji bo avahiya nobedar û peywirdarê paqijiyê wê bên bicihkirin. Wisa dibêjin. Ji xwe erseya me ji destê me girtin. Niha me hînê tiştên wisa dikin. Ji xwe em mexdur bûne, em nobedar naxwazin. Her me ji bo wan jî 200 TL pere tê dayîn. Beyî ji me biğirsin tên pereyê wî ji me dixwazin. Xaniyên wan ji niha de rizyan. Cihê em lê bimana tunebû ji ber vê em neçarr man îmze bikin. Sala borî me di îlonê de îmze kir. Di peyamanê de dihat gotin wê kirê bê dayîn. Lê ev 5 mehe kirêya men adin.”
Jina bi navê Dîlber Karabulut jî bi lêv kir ku ew hatine mexdurkirin û wiha pê de çû: “Berê xanî yên me bûn. Me hev nas dikir. Niha cîranên me wê kî bin em nizanin. Niha dibêjin ‘em ê nobedaran daynin’. Gelo ji me pirsîn? Na. Dema xera kirin jî ji me nepirsîn. Em nobeder naxwazin. Em cîranên xwe, mirovên xwe dixwazin. 3 salin dibêjin em ê xanî teslîm bikin. Şûna xaniyê min 450 metrekare bû. Ez ê niha çawa li wan xaniyan bicih bibim. Li me neheqiyek mezin hat kirin.”