Dayikên girtiyan: Bila bala her kesî li ser grevên birçîbûnê be

  • 09:29 15 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Jinên xwedî li berxwedana zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne derketin û kolanan terk nakin diyar kirin ku divê rojeva her kesî grevên birçîbûnê bin û tecrîd bê şikandin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 183’emîn de berdewam dike. Her wiha bi heman daxwazê koma ewil a dest bi çalakiyê kir jî di roja 145’an de berdewam dike û ji 1’ê Adarê şûnde jî bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome. Di 30’ê Nîsanê de 15 girtî, di 10’ê Gulanê de jî 15 girtî ketin rojiya mirinê.
 
Her wiha 8 sal şûnde parêzeran li Îmraliyê bi muvekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di 2’ê Gulanê de hevdîtin pêk anîn. Peyama hevdîtina saetekê bi rayagiştî re hat parvekirin. Girtiyan diyar kirin ku heta tecrîd bi giştî ranebe wê dest ji çalakiya xwe bernedin. Her wiha dayikên girtiyan jî daxwaz dikin ku ji bo daxwazên zarokên wan pêk bên divê her kes bibe dengê girtiyan.
 
‘Heta tecrîd neşkê em ê dest jê bernedin’
 
Dayika girtiyê bi navê Ramazan Kamaç ê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ji 1’ê Adarê de di grevê de ye, Beybun Kamaç da zanîn ku kurê wê di meşê de zehmetiyan dikşîne û wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn birêje. Em dayikên zarokên di grevê de ne. Em piştgiriyê didin çalakiya zarokên xwe. Heta tecrîd neşkê em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Em bi Rêbertiyê re ketin vê rê û em di vê rê de berdewam dikin. Divê grev demildest bi dawî bibin.”
 
‘Êdî neyên hevdîtina min’
 
Beygunê daxuyakirin ku girtiyên di grevê de gelek kîlo dane û wiha pê de çû: “Kurê min ji me cil û bergên teng xwest. Êdî cilên wî jê re nabin. Nikare bimeşe. Ji ber vê got ‘dayê neyên hevdîtinên min ez nikarim bimeşim’. Bila bala her kesî li grevan be, bêndeng nemînin.”
 
‘Nahêlin kontrola doktoran bê kirin’
 
Îlfet Sezgîn destnîşan kir ku kurê wê li girtîgeha Tîpa T ya Wanê di grevê de ye û got: “Mîdeya wî nerehet bûye. Gelek kîlo daye. Nahêlin kontrola doktoran jî bê kirin. Gelo çima ev ciwan di grevê de ne? Li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd tecrîd heye. Dixwazin ev tecrîd bê kişandin. Bila êdî kezeba dayikan neşewite. Divê deng bê derxistin. Bila kes nemire. Em bi zarokên xwe serbilind in. Em ê nemirin û vê axê terk nekin.”
 
Dayika Cahît Abukan ê li girtîgeha Bandirmayê di grevê de ye jî, Guzel Abukan got heta tecrîd bi dawî nebe wê dawî li grevan jî neyê.