'Ger li dijî zilmê serî neyên rakirin wê zilm pêşiya me bernede'
- 09:22 15 Gulan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Girtiyê bi navê Abdullah Aksu ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Emîne Aksu wiha got: “Ger li dijî zilmê serî neyê rakirin wê zilm pêşiya mirovan bernede. Zarokên me ji bo me berxwe didin, em ê jî ji bo wan berxwe bidin. Ez bawer dikim, wê çalakiyên grevan bi ser bikevin, em ê bigihêjin serkeftinê.”
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ve li girtîgehan hat destpêkirin, bi tevlîbûna 7 hezar kesî didome. Ji 30’ê Nîsanê şûnde 15 girtiyî greva xwe veguhertin rojiya mirinê û di 10’ê Gulanê de jî 15 kes ketin rojiya mirinê. Abdullah Oksu yê di 1999’an de li Bismilê hatiye dinê jî ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ye. Çalakiya xwe di roja 71’ê de berdewam dike û li girtîgeha Şakranê ye.
‘Ji zilma zilmkaran re êdî bes e’
Emîneyê berxwedana hemû girtî û malbat silav kir û bi lêv kir ku ew serkeftineke ku bi aştiyê encam dibe, hêvî dike. Emîneyê destnîşan kir ku rewşa girtiyan ne baş e û wiha got: “Ji zilma zilmkaran re êdî bes e. Bila xwîn êdî nerêje. Bila canê me qurbana berxwedêrên greva birçîbûnê bibe. Kurê min dûr e. Em her tim nikarin biçin. Ji Amedê surgunê Şakranê kirin. Li ser girtiyan tecrîd heye. Di hevdîtina dawî de min destê wî girt, destên wî cemidî bûn. Li girtîgehê zilmê li girtiyan dikin, ne ava germ didin ne jî kalorîferan pêdixin. Kurê min ji 1’ê Adarê de di grevê de ye.”
‘Serî neyê rakirin zilm naqede’
Emîneyê destnîşan kir ku ew carna ji hevdîtinan bêyî zarokên xwe bibînin vedigerin û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Rêveberiya girtîgehê zilmê li girtiyan dikin. Ez çend caran çûm Îzmîrê, min kurê xwe nedît. Bi rojan min tiştek nexwar, venexwar. Ez zilm nîne gelo? Gelo ez kurê xwe bibînim wê çi bibe? Ez ji Şakranê heta Bismilê giriyam. Cara dawî em çûn, gotin em nagirin hundir. Min jî got ‘ez ê xwe bişewitînim.’ Piştre em girtin hevdîtinê. Yên di grevê de pir kîlo dabûn. Mirov li dijî zilmê serî netewînin zilm pêşa mirovan bernade. Em li pişta hemûyan e. Ew ji bo rûmeta xwe di grevê de ne. Xwezî em jî biketana grevê, divê em jî biketana grevê.”
‘Em dixwazin rêberê me azad be’
Emîneyê her wiha bi lêv kir ku derdê hemû dayikan ev e ku zarokên wan bijîn û ev tişt anî ziman: “Em ji wan re dibêjin bên, lê nayên. Ez hatim vî temenê xwe hîna berxwe didim. Zilm guneh e. Ger serokomar ji me re baş be çima em jê hez nekin? Em naxwazin zarokên me bimirin, leşker bimirin. Leşker jî zarokên me ne. Em dixwazin rêberê me azad be. Nahêlin em cenazeyên xwe defin bikin. Cenazeyan ji me direvînin. Zalim in. Ez bawer dikim ku wê grev bigihêjin serkeftinê.”