Jina êzidî ya hat rizgarkirin; Jiyan ji nûda dest pê dike

  • 09:17 15 Gulan 2019
  • Rojane
Ehlam Hecî
 
SENGAL - Jina êzidî Înas Qasodî ku piştî 5 salan ji aliyê QSD'ê ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin û hat Şengalê diyar kir ku jiyan ji bo wê ji nû de dest pê dike. 
 
Piştî 5 salan vegera ser axa xwe ya piroz wateyeki cuda û kelacanekî pir mezin dide jiyan kirin. Jina bi nave Înas Qasodi 3 tebax’a 2014’an de erîşên DAÎŞ li ser Şengal’e de ji aliye DAÎŞ hatibû revandin. Piştî 5 salan Înas ev meheke ji destê DAÎŞ’e rizgar bûye û vegeriya ye ser axa xwe ya pîroz Şengal’e.  
 
Di erîşên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an de ji 5 hezaran zedetir jin û zarokên êzidi ji aliye DAÎŞ ve dîl hatibûn girtin.  Di nav 5 salan de bi sedan jin û zarok ji aliye şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  ve hatin rizgar kirin. Lê hîna jî bi hezaran wunda ne û aqibeta wan nayê zanin. Înas a 20 salî jî yek ji wan jinên ku dîl ketibu destê DAÎŞ’e ye.
 
 Înasa 20 salî ku ji gundê Solaxê yê Şengalê ye kefxeşîya xwe ya ku piştî 5 salan rizgar buye bi ajansa me re parve kir û got:  “ Dema em dîlhatin girtin em di mala xwe de bûn. Me xwest em biçin ser Çiyayên Şengalê û em xwe rizgar bikin. Lê em di rê de hatin girtin. Ez û malbata xwe hemû ketin destê DAÎŞ'ê. Destpêke me birin Hepsa Badûş, Musil û herî dawî jî me derbasî Suriyeyê kirin. Ez 3 mehan li Reqayê mam. Hejmara me gelêk zede bû. Li Reqayê bazara firotina jinên êzidi hebû. Bi vî awayî jin û zarokên êzidî dihatin birin. Yekî ji wan min jî bir û ez heta rizgar bûm li gel wî mam.”
 
'Bi hovane êrîş dikirin'
 
Înas dema dest bi axaftinên xwe dike wan rojên ku jiyan lê teng kirine weî careke din bijî vedibêje û wiha berdewam dike: “Bi zorê cilên reş li me kirin. Beriya her tiştî bi darê zorê em kirin Misliman. Ya herî zehmet ew cilên reş bûn. Ew cil ji min re wusa dihatin ku edî em bûne weke wan. Ji tirsan me ew cilên reş li xwe kirin û me nikribû ji ser xwe bikrana. Em ew qas tirsiyabûn ku dema em rizgar bûn jî me ew cilên reş nikaribûn ji ser xwe bikirana. Ji bo em bitirsin her tişt dikirin. Carekê em  kom kirin û birin nav bazarê serê yekî jê kirin. Em gelek tirsiyan. Gelek tiştên dervayî mirovahiyê dikirin.”
 
'Me ji tirsa hebûna xwe înkar dikir'
 
Însa ya ku di warê hovîtiya lê hat kirin vebêje de zahmetî dikişand bi van gotinan berdewam kir; “ Tişta herî zehmet ji bo me tiştên ku li ser baweriya me di gotin. Gelek heqaret li me dikirin. Me weke mirov ne didîtîn. Di bin navê Îslamiyetê de tiştên dervayî ehlaq û mirovahiyê dikirin. Serê mirovên bê sûç bi nave Îslamiyete jê kirin û ev kiryar hemû bi kêfxweşî dikirin. Ji me re digotin hun kafir in û hun li ku bin hûn e werin kuştin. Dema em ji Baxozê rizgarbûn me ji tirsa ne digot em êzidî ne. Piştî em rizgar bûn û gihaştin cihe ewle me got em êzidî ne.”
 
'Ez gelek kêfxweş im'
 
Herî dawî Înas kefxweşiya ku li ser axa xwe ye û rizgar buye bi van gotinan anî ziman ziman; “ Min bawer nedikir ku rojekê ez ji destê wan hovan rizgar bibim. Min her tim xeyal dikir ku ez rojêkê bigihejim dayika xwe. Xeyala min pêk hat û ez gelek kefxweş im. Hevî û daxwaziyamin ew e ku yên di destê DAÎŞ’e de ne rojêk zûtir rizgar bibin û yên wunda ne jî aqibeta wan be zanin. Ez bang li yên ku dibejin em mafen mirovan diparêzim dikim û dibejim yên ku ev tişt anîn serê me hesap ji wan biprisin. Berpirsiyar diyar in ya pewîst çi ye bikin.”