'Divê li Kurdistanê zarok bi zimanê dayikê mezin bibin'

  • 09:14 15 Gulan 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî mamoste Meqbûle Bekî got: "Li Rojavayî Kurdistanê bedelên fêrbûna her tîpeke Kurdî dilopek xwîna şehîdan e. Ji ber vê jî ez ji tevahî gelê Kurd ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dibêjim, xwedî li zimanê xwe derkevin, têkoşîna vê yekê bikin da ku em nifşên xwe yên pêşerojê bi zimanê zikmakî mezin bikin."  
 
Di 15'ê Gulana 1932'an de Kovara Hewarê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan li Şama Sûriyeyê hat derxstin. Di kovara Hewarê de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hewarê di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja 1943'an 57 hejmar derketine. Loma Gelê Kurd her sal 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Têkildarî mijarê de mamoste Meqbûle Bekî ya li Kobanê dimîne diyar kir ku ziman tune be em jî tune ne û wiha got:"Divê em hemû Gelê Kurd qîmeta zimanê dayika bizanibin û ji bo vê yekê têbikoşin. Çimkî ziman tune be em jî tune ne."
 
'19'ê Tîrmehê nûjen kirina zimanê dayikê bû'
  
Meqbûleyê di destpêka axaftina xwe de ev yek got: "Em roja zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikin. Li Rojavayê Kurdistanê pîrozkirin ango xwendina bi zimanê me qedexe bû. Lê piştî şoreşa jinê ya 19'ê Tîrmehê êdî cejna zimanê Kurdî her sal tê pîrozkirin, her wiha metaryalên dibistanan bi zimanê zikmakî tên dayîn, her netewek bi zimanê xwe dixwînin. Me jî wek mamoste perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê dît û zarokên xwe perwerde dikin. Bi vê yekê me çand û zimanê xwe ji nû ve zindî kir."
 
'Di pêşxistina jin de pêşanga mezin jin e'
 
Meqbûle qala pêşenga pêşxistina zimanê Kurdî ya li Kantona Kobanê  wiha anî ziman:  "Ji bo pêşxistina zimanê kurdî gelek ked pêwîst bû, kedkar û pêşenga herî mezin ku di Kobanê de zimanê Kurdî pêş xist şehîd Viyan Amara bû. Piştî 19'ê Tîrmehê şehîd Viyan di yekemîn dibistana zimanê Kurdî ya bi navê şehîd Osman Dadelî xebat kir û di wê demê de 15 kesan cihê xwe di perwerdeya yekemîn a zimanê kurdî de girt. Ji dibistana Şehîd Osman niha bi sedan dibistanên fermî ku bi zimanê dayîkê perwerdeya xwe didin, hene."
 
'Kobaniyan zimanê xwe parastin'
 
Meqbûle Bekî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: " Gelê Kobanê  zimanê xwe parast. Tevî hemû zextên rêjîma BAAS'ê Kobaniyan dest ji zimanê xwe bernedan, hemû civat û diyalogên wan bi Kurdî bûn û niha jî wiha ye. Di salên 90'î de me waneyên zimanê Kurdî bi rengekî veşarî  û bi dizî li Kobanê dida. Ji bo parastina çand û nasnameya xwe, divê ku em zimanê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin."