Mamosteyên Mexmûrê: Zimanê me rûmeta me ye

  • 09:10 15 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Mamosteyên pêşdibistanê yên Mexmûrê derbarê 15'ê Cejna Zimanê Kurdî de diyar kirin ku ziman nasnameya gelekî ye û wiha gotin:"Zimanê me rûmeta me ye. Peywira me ya jê herî girîng yek ew ê ku em li zimanê dayika xwe xwedî derkevin û zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin."
 
Di 15'ê Gulana 1932'an de Kovara Hewarê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan li Şama Sûriyeyê hat derxstin. Di kovara Hewarê de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hewarê di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja 1943'an 57 hejmar derketine. Loma Gelê Kurd her sal 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Mamosteyên pêşdibistanê yên Mexmûrê têkildarî mijarê de axivîn. Mamosteyan gotin:"Dema mirov dibêje ziman hebûna mirov, dîroka mirov û nasnameya mirov  tê bîra mirov. Loma divê em li zimanê xwe xwedî derkevin."
 
‘Dema mirov dibêje ziman hebûna mirov, dîroka mirov û nasnameya mirov  tê bîra mirov’
 
Di destpêkê de mamostaya pêşdibistanê Jiyan Tekîn wiha got: “Wek xebatkarek saziya Weqfa Jinê û di heman demê de wek dayikekê ez roja zimanê dayikê li tevahî gelê kurd û pîroz dikim. Loma divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Dema mirov dibêje ziman hebûna mirov, dîroka mirov û nasnameya mirov  tê bîra mirov, tu netew bê ziman nîne, tu cih jî bi zimanê xwe yê xerîb naaxive û herkes bi zimanê xwe yê dayikê diaxive. Em jî wek kurd, weke jinên kurd û weke mamostayên zimanê kurdî em jî zimanê xwe û nasnameya xwe diparêzin. Li vê derê dayik û zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê tê perwerdekirin.”
 
‘Em dayikên xwe jî perwerde dikin’
 
Jiyanê wiha dewam kir: “Em li vê derê ne tenê zarokan perwerde dikin em dayikên xwe jî perwerde dikin. Li ser vî esasî dubare em roja zimanê kurdî li tevahî berxwedêrên zindanan,  berxwedêrên di greva birçîbûnê de, li çar parçeyên kurdistanê û kurdên ji derveyî welat pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê serkeftin ya gelê kurd be. Em jî Kurd in em jî weke hemû cîhanê axaftin û  perwerdeya bi zimanê xwe dixwazinç. Mafê her gelekî heye ku bi zimanê xwe bipeyive.”
 
‘Em jî wek mamosteyên  pêşdibistanê şagirtên xwe bi zimanê dayikê perwerde dikin’
 
Mamostaya pêşdibistanê Xurbet Îşlek jî derbarê 15'ê Gulanê de axivî û got: “Ez 15'ê Gulanê li tevayî gelê kurd ê li  her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pîroz dikim. Em jî wek mamosteyên  pêşdibistanê şagirtên xwe fêr dikin.”
 
‘Dewleta Tirk ji zimanê Kurdî ditirse’
 
Mamosta Xurbet Îşlek di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zimanê dayikê û wiha berdewam kir: “ Em jî gelek keyfxweş in ku bi ziman, çand û exlaqê xwe em heta roja me ya îro hatin û em zimanê xwe bi şagirtan perwerde dikin. Dema mirov Bakurê Kurdistanê temaşe dike, êdî dayik nikare di mal de bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî bipeyive. Ev tê wateyê ku dewleta faşîst a tirk çiqas ji zimanê Kurdî ditirse. Mafê her kesekî û her netewekî heye bi zimanê xwe yê dayikê bipeyive, lê çima ji bo me gelê Kurd zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Di salên pêşaya me de jî heta ku bav û kur ji ber bi zimanê kurdî peyivî bûn ji aliye dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Em jî dibêjin heta ku em mamoste li vir bin em ê zimanê kurdî fêrî nifşên nû bikin.”
 
‘Divê em nehêlin zimanê me were windakirin’
 
Xurbet wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nehêlin zimanê me yê dayikê paş bikeve û em her hewil bidin zimanê dayîkê hêj pêş bixin. Divê em nehêlin zimanê me were windakirin, dema zimanê me nebe çanda me nîne, dema zimanê me nebe xaka me nîne, ji ber ku zimanê me namûsa me ye. Loma  em vê roja zimanê dayîkê vê roja zimanê kurdî li tevayî gelê kurd pîroz dikin.”