Jinên Efrînê: Dê berxwedan tu carî bi dawî nebe

  • 09:03 15 Gulan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya navçeya Efrînê ya Şehbayê bi cih bûne, li ser berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, hatibû destpêkirin wiha gotin: "Em ê bi îrade û hêza jina Kurd tecrîdê bişkînin û Serok Apo azad bikin."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe, dabû destpêkirin di roja xwe ya 188’ an de berdewam dike. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin. Jinên Efrînê gotin:"Azadiya Rêberê me ji bo siberojek azad û ronî gelek girîng e."
 
' Divê Rêberê me azad bibe'
 
Qediriyê Muhemed wiha got: "Jina kurd jina xwedî îrade Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Serok Apo were şikandin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û di roja xwe ya 188’ an de didome. Di encama berxwedanê de parêzerên Serok hevdîtinek bi wî re çêkirin, lê hevdîtinek têra me nake. Divê Rêberê me azad bibe."
 
'Têkoşîna Gelê Kurd ew ê her bidome'
 
Qediriyê balkişand li ser berxwedana Dayîkên Aştiyê û got: "Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven û bi taybet çalakiyên Dayikên Aştiyê yên li pêşiya deriyê zindanan. Tevî îşkenceyên dewleta Tirk dayikên Kurd dev ji berxwedana xwe bernadin. Em jî li vir berxwedana xwe nasekinînin heta Efrîn rizgar nebe û Serok Apo azad nebe. Têkoşîna Gelê Kurd ew ê her bidome."
 
'Em ê bi îrade û hêza jina kurd serok Apo azad bikin'
 
Lîlav Şêxo jî wiha got: "Em piştgiriyê didin berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê, em jî berxwedana xwe didomînin heta Rêber Abdullah Ocalan ji Zindana Îmraliyê azad nebe, em ê her li ser piya bin. Em bêdengiya dewletên Navneteweyî şermezar dikin, em ê bi îrade û hêza jina kurd serok Apo azad bikin."
 
'Em ê bi têkoşîna jinê tecrîdê bişkînin'
 
Bêrîvan Tubel jî berxwedana Leyla Guven silav kir û got: "Em jinên Efrînê heta mirinê bi Leyla re ne, em ê berxwedana xwe berdewam bikin ji bo tecrîda giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin, ji ber ku tecrîd li ser hemû gelê kurd e, em ê bi îradeya jinan tecrîdê bişkînin."