Rewşenbîrên Kobanê tecrîd şermezar kirin
- 19:10 14 Gulan 2019
- Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Bi dehan ji rewşenbîrên Kobanê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido kom bûn, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan şermezar kirin û piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzê hatin xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di belgeyên cîhanî yên mafên mirovan û di tevahî qanûnên navdewletî de mafên girtiyên siyasî tê parastin û pêwîste tevahî dewlet rêzê ji van belge û qanûnan re bigrin. Ji bo vê kiryarên dewleta Tirk ên tecrîdkirina Rêber Apo ku weke girtiyekî siyasî ji mafên qanûnî yên herî biçûk hatiye mehrûmkirin, rê nadin ku parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin. Ev kiryar li dijî qanûnên navdewletî ne û ji bo qanûnê deweta tirk bi xwe jî binpêkirneke mezin e, lê dewleta tirk radigihîne ku ew li gor belge û qanûnê navneteweyî tevdigere.
Gel nerazîbûna xwe nîşanî kiryarên dewleta tirk dide
Rêber Apo sembola Gelê Kurd e, wî ji bo maf û doza Gelê Kurd têkoşîn kiriye û ji bo aştî û wekheviyan gelên a herêm û cîhanî bang kiriye. Ji bo vê ne layîqe ku rêxistinên naveneteweyî û mirovî li hember kiryarên dewleta tirk xwe ker û lal bikin. Nemaze sûcên ku partiya desthilatdar AKP`ê di derheqê welatî û giştî azadixwazên li turkiyê û bi taybet li welatên Kurdan dike. Dewleta tirk cudatî, nijadperestî û zordariyê di nav welatiyan de pêş dixe ku gelek ji welatî û girtiyên zîndanan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirine ku nerazîbûna xwe li hember kiryarên deweleta tirk nîşan bidin. Di encamê de jî ev çalakî veguherîn rojiya mirinê. Di vî warî de em piştgiriya têkoşîna Leyla Guven û hevalên wê yên siyasî, parlamenter, rojnemevan û dayîkên aşîtiyê dikin.
Bi armanca em bigêjin azadiya Rêber Apo
Em weke rewşenbîrên Kobanê bang li tevahî alî, sazî, rêxstinên navneteweyî û bi taybet bang li komîteya mafên mirovan a navneteweyî, Dadgeha Mafên mirovan a Ewerûpa û li tevahî azadîxwazên cîhanê dikin ku di vî warî de bi erkA xwe rabin û kiryarên dewleta Tirk ên ne exlaqî û dijzagon şermezar bikin. Bi armanca em bigêjin azadiya Rêber, têkoşer û sembol birêz Abdullah Ocelan û rakirina tecrîda li ser wî.
Dîsa em bang li tevahî rewşenbîrên cîhanê dikin ku di vî warî de bi roleke çalak rabin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser me ye", "Azadî ji bo Rêber Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.