Nobeta malbatên girtiyan a li Gebzeyê di roja xwe 36'an de ye

  • 17:06 14 Gulan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Malbatên ku ji bo balê bikşînin ser grevan li ber Girtîgeha  Girtî ya Jinê ya Tîpa M'yê ya Gebzeyê dest bi nobetê kirine tevî astengiyên polîsan çalakiya xwe pêk anîn. 
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê ev 36 roj in ku li ber  Girtîgeha  Girtî ya Jinê ya Tîpa M'yê ya Gebzeyê nobetê digirin. Malbatan tevî astengiyên polîsan çalakiya xwe pêk anîn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mıazzez Orhan jî tevlî çalakiyê bûn. 
 
'Hûn rê digirin'
 
Polîsan pêşiya çalakgeran girt û li ser vê yekê Muazzezê bertek nîşan da û got:"Ev dayikana tiştekî dijhiqûqî nakin. Hûn rê digirin. Hûn çima rê digirin?"
 
Dema Muazzezê bi polîsan re niqaş dikir malbatên girtiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştre malbatan diyar kirin ku ew ê dîsa werin û dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Polîsan dimen û wêneyên rojnamegeran jê birin
 
Di dema malbatan dawî li çalakiya xwe anîn polîsan dest xistin ser kamerayên rojnamegeran. Piştî ku wêne û dîmen jê birin şûnde kamera dîsa dan rojnamegeran.