'Em berxwedana we ya pîroz silav dikin'

  • 15:49 14 Gulan 2019
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi daxwuyaniyeke nivîskî bal kişand ser berxwedana dayikên laçikspî ku ji bo piştevaniya berxwedana zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê, rojiya mirinê de ne û wiha got "Dilê wan bi êş lê bi dilêkî ku wê vê bêdengîyê û faşîzmê têk bibin lê dide. Em wek TAJÊ berxwedana dayikên me yên dilêr û xwedî dilê mezin silav dikin. Em ji wan re dibêjin ku çi bibe bila bibe wê berxwdana wan bi ser bikeve." 
 
Tevgera Jinên Êzidxanê (TAJÊ) bi daxuyaniyekê berxwedana dayikên laçikspî ku piştevaniya zarokên xwe yên li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne dikin silav kir û wiha got: " Em wek TAJÊ berxwedana dayikên me yên dilêr û xwedî dilê mezin silav dikin. Em ji wan re dibêjin ku çi bibe bila bibe wê berxwdana wan bi ser bikeve."
 
Êrîşî jinê dikin
 
Berdewamiya daxuyaniya TAJÊ wiha ye: "Em wek tevgera azadiya jinên Ezîdxanê ji fermana 74'an û şûnde vê baş fêr bûn ku hêzên qirêj ên ku azadiya gelan û civakan naxwazin her dem despêkê êrîşî jinê dikin. Me ev herî şênber di karesata 74'an de dît. Êrîşên wan despêkê li ser ciwanên me û li ser me jinan çêbûn. Em qetil kirin dîlgirtî girtin da ku civaka me jî tune bikin. Lê bi ser neketin ev ne serketina wan jî dîsa bi berxwedana ciwanên me yê ku sozdarên azadiya civaka me û berxwedana jinan pêk hat. Me di vê berxwedana xwe hêz ji jinên Bakurê Kurdistanê girt ku xwedî dîroke ke tijî serpêhatiyên dilêrtîû tekoşînê ne. Gelek jinên leheng ji bo azadiya zarokên xwe civaka xwe derketin pêş berî kesên ku jinan asteng dikin.
 
Bi sendan jin ji bo azadiyê têkoşînê didin
 
Îro jî em şahidîya vê yek ji rupela dîrokê dikin ku dîsa jin têkoşîna azadiyê didin. Bi sedan jin îro ji bo azadiya zarokên xwe ku azadiya zarokên xwe jî di azadiya Rêber Apo de dibînin dibêjin azadiya Rêber Apa azadiya hemû mirovahîyê ye di nava çalakiya de ne. Dibin dengê zarokên xwe yê ku sed roj bihûrandine û di greva birçîbûnê ya ji bo azadiyê de ne. Dilê wan tijî êş e lê bi dilêkî ku wê ew ê vê bêdengîyê vê faşîzmê têk bibin lê dide. Em wek tajê berxwedana dayikên me yê dilêr û xwedî dilê mezin silav dikin. Em ji wan re dibêjin ku çi bibe bila bibe wê berxwdana wan bi ser keve. Em êşa wan ji dil de hîs dikin. Ji ber ku me jî bi sedan zarok dan û bi sedan zarokên me hîn jî di bin zext û êrîşên hişmendîya desthiltaran ên ku dijminê mirovahîyê de ne. Berxwedana we berxwedana me ye û  daxwaza  we xwesteka me ye.
 
Her wiha dîsa em dibêjin ku çewa  DAÎŞ'a bi hovîtiya xwe navdarê nikarîbû bi ser keve û bi bin ket wê Erdogan jî  jî bi ser nekeve. Her wiha em zext û êrîşêl li ser dayikên me hatine pêk anîn şermezar dikin. Ev êrîş feraseta wan ya ku çiqasî ji dayikên me yê dilêr ditirsin e." 
 
Daxyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana dayikan, Bijî berxwedana zîndanan, Bijî serok apo"