Dayikan li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
- 15:11 14 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de, bi armanca bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin, li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Dayikên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, bi armanca bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin û daxwazên zarokên wan bên pêşwqazî kirin, li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Dayikên ji Amed, Wan û Mêrdînê hatin Enqerê û beşdarî civîna koma HDP’ê ya heftane bûn, piştî civîna komê bi dawî bû, li salona civîna koma HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Dayik Nezahat Teke li ser navê dayikan axivî û xwest bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Teke, diyar kir ku wan daxwazên xwe ji Wezaretê re ragihandine û wiha got: “Em li benda bersivên. Heya ku tecrîda li Îmraliyê ranebe, zarokên me dê dest ji grevên birçîbûnê bernedin. 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Dibe ku her kêlî agahiya mirinê ji me re were. Berê jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em nikarin temaşeyî mirina zarokên xwe bikin. Em dayikin û ji bo zarokên xwe li virin. Heya ku daxwazên me yên qebûl kirin, emê ji vê derê neçin. Me daxwazên xwe ragihandin. Ger Wezareta Dadê ji bo hevdîtinê soz bide me, em sê kes dê biçin pêre hevdîtin bikin. Ger vê daxwaza me qebûl neke jî, emê li vê derê rawestin. Bi zorê me karî em bikevin vê derê. Êdî bese. Keçeke min ji bo rakirina tecrîdê bedena xwe da ber agir, ez naxwazim kurê min jî di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bide. Ev ji bo min û hemû dayikan mafê herî xwezayî ye.”