Ji jinan konsera erbaneyê

  • 15:05 14 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Qursiyerên ku beşdarî qursa erbaneyê ya Navenda Jinê Jinwarê bûn, li Çinarê konsera erbaneyê dan.
 
Qursiyerên ku beşdarî qursa erbaneyê ya Navenda Jinê Jinwarê bûn, li Çinarê konsera erbaneyê dan. Hevserokên Şaredariya Çinarê Necla Tamriş, Bedri Kaya, endamên meclîsa şaredariyê û bi sedan kes beşdarî konserê bûn. Jinên ku bi kincên kurdî konser dan şev geş kirin. Stranên wekî "Şemlê","Ez kevok im","Malan bar kir" ên Kurdî hatin gotin. Gel eleqeyek mezin nîşanî konserê da. 
 
Hevseroka Şaredariya Çinarê Necla Tamriş xwendekarên qursê pîroz kir. Necla roja dayikan ên jinên ku beşdarî konserê bûn pîroz kir û got:"Ez roja dayikan a hemû dayikên ku dilê bi ser zarokên wan de diêşin pîroz dikim."
 
Pişte mamosteyê qursê Kemal Pir spasiyên xwe ji bo alîkariya şaredariya Çinarê pêşkeş kir. Piştî konserê Omer Arîn derket ser dikê. Bi gerandina govendê konser bi dawî bû.