Dibistanên Rojava ketin betlaneya havînê
- 13:36 14 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Li dibistana Ş. Avesta Xabur a Taxa Guwêran a bajarê Hesekê ji bo bidawîbûna dibistanan bawername li hemû şagirtan hat belavkirrin û şagirtên serkeftî hatin xelatkirin.
Li dibistana Ş. Avesta Xabur a Taxa Guwêran a bajarê Hesekê ji bo bidawîbûna dibistanan bawername li hemû şagirtan hat belavkirrin û şagirtên serkeftî hatin xelatkirin.
Di destpêkê de mîna şahiyekê ji şagirtan re hat çêkirin hin şagirtên dibistanê yên dengxweş stranên şoreşgerî gotin. Rêveberiya dibistana Ş. Avesta Xabur Emîna Hiskê û mamosteyên şagirtan bawername û diyarî dan şagirtan.
Mamosteya pola yekem a dibistana Ş. Avesta Xabur Sevîn Henan di derbarê sala xwendinê de nirxandin kir û got: “Di van heyvên xwendinê de min zehmetî kişandin. Ji ber min wane dida refa yekê. Hêdî hêdî şagirt fêrî tîpên kurdî bûn û hin ji şagirt jî fêrî xwendin û nivisandinê bûn.”
‘Di bin hemû zehmetiyan de em ê perwedeyê berdewam bikin’
Mamosteya dibistana navîn Mîdiya Şêx Elî jî diyar kir ku gelek şagirt serkeftî bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî hemû astengiyên ku em dijîn û şerê ku her tim li ser welatê me tê kirin car din jî şagirtên me serkeftî ne. Tevî vê jî me şagirtên xwe fêrî zimanê dayikê kirin û di bin hemû kêmderfetiyan de jî em ê perwerdeyên xwe berdewam bikin.”
Piştî belavkirina karnameyan me hewilda hinek ken û kêfxweşiya ser rûyê şagirtan jî bidin dîtin.
Şagirt Gulbarîn Xelîl, Encêla Hemo, Nûra Mihemed, Hêvîn Hisên û Mihemed Hedîdî nêrînên xwe yên li ser sala xwendinê anîn ziman û gotin: “Em spasiya mamosteyên xwe dikin ji ber ku kedek pir mezin di ber me de dan û me hînî zimanê me kirin.”
‘Her şagirtek armaca pêşeroja xwe diyar dike’
Şagirtan herî dawî wiha gotin:"Hêviyên şagirtan ku di pêşerojê de bibin xwedî roleke girîng di nav civaka xwe de, cuda ne. Hin ji wan dixwazin bibin Bijîjk ji bo gelê xwe derman bike hin dixwazin bibin şervan ji bo parastina axa xwe û hin jî dixwazin bibin zanyar ji bo bibin kesekî bi nav û deng."