Ji bo Berfîn Ozek ji ser Change.org kampanya hat destpêkirin

  • 11:34 14 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Ji bo Berfîn Ozek a ku li Îskenderûnê ji aliyê mêrêkî ve bi asîtê ser çavên wê hat şewitandin, ji ser Change.org kampanya hat destpêkirin. 
 
Li Navçeya Îskenderûna Hatayê di 15'ê Çileyê de mêrê bi navê Casim Ozan Çeltik bi asîtê êrîşî Berfîn Ozek kir. Ji bo Berfîn Ozek a ku bi asîtê ser çavên wê hat şewitandin, ji ser Change.org kampanya hat destpêkirin. 
 
Metan kampanyaya ku li ser Change.org hat destpêkirin wiha ye:
 
"Berfîn Ozek a ku li Îskenderûnê dijiya ji aliyê mêrê daxwazên wî nehat qebûlkirin, bi êrîşa kezabê rû bi rû ma û çavekî wê kor bû. Ji ber ku tedawiya wê dereng dimîne loma helandina korneayê ya çavên wê yên din des pê kiriye. Rewşa aboriyê ya malbata wê ne baş e.  
 
Ji bo Berfîn ji nû de bikene û ji bo tedawiya wê em dixwazin dilê me bibin yek. Em daxwaz dikin ku Wezareta Tenduristiyê û Walîtiya Hatayê destpêkirina kampanyaya alîkariyê erê bikin. Heger bê erêkirin ew ê alîkariyên ji bo tedawiya Berfînê bê komkirin.
 
#BerfinOzek
#BerfineOnay."
 
Heta niha 120 hezar îmze hat komkirin. Ji xeynî vêya bexşa aborî jî dikare bê kirin.