‘Bila her malek bibe dibistana zimanê kurdî’
- 11:32 14 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Bi minasebeta Cejna Zimanê kurdî mamosteya MED-DER’ê Remziye Oncal diyar kir ku li dijî asîmîlasyona li hemberî ziman divê ziman bê pêşxistin. Cahîde Coşar ji destnîşan kir ku divê her malek bibe dibistaneke bi kurdî.
Zimanê Kurdî yek ji zimanê herî kevnar ya Rojhilata Navîne ku her tim bi êrîşan re rû bi rû maye. Li gel êrîşan kurd tucarî ji rastiya xwe dûr neketine. Roja Cejna Zimanê Kurdî ya di 15’ê Gulanê de pêk tê bi bernameyên cûda tê pêşwazîkirin. Di sala 1932’an de Celaded Ali Bedirxan bi derxistina Kovara Hewarê re reng û dewlemediya zimanê kurdî mayînde kir û ev roj wekî rojeke taybet ketiye dîroka Kurdistanê. Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî, Mamosteya Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamya ya Amedê MED-DER Remziye Oncal û Cahîde Coşar bal kişandin ser pirsgirêkên li ser ziman û gotin ku divê her malek bibe dibistana zimanê bi kurdî.
'Li dijî asîmîlasyonê pêşxistina ziman girîng e'
Mamosteya MED-DER’ê Remziye Oncal bal kişand ser êrîşên li hemberî ziman û wiha got: “ Bi hatina qayuman re saziyên çand û ziman hemû hatibûn girtin, dewletên serdest ji bo tûnekirin û bişaftina kurdan hemû rêbazan ceribandi. Vê carî jî êrîşî qadên çandî û ziman kirin. Divê em bi pend (xapandin) û polîtîkayên qirêj yên dewletê neyên xapandin. Ji bo bêbandorkirina van êrîşan pêwîste xebatên di derbarê ziman de bêhtir werin pêşxistin. Ji bo me her malek divê li dijî polîtîkayên asîmlasyonê bibe dibistanek. Ji ber vê sedemê divê em zarokên xwe bi kurdî mezin bikin. Yê ku bikaribe asîmilasyonê rawestîne û zimanê zikmakî pêşbixe jin û dayik e.”
‘Her malek dibistanek'
Remziye anî ziman ku, ji bo pêşxistin û pêşvebirina ziman ew wê hertiştî bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min gava yekem di malê de avêt û ji bo ku zarokên min asîmîle nebin, ji çand û zimanê xwe dûr nekevin, min televîzyonê li mala derxist. Ji ber ku yek ji amûrên êrîşê yên dewletê, televîzon û medyaya civakî ye. Min bi wêre dest bi perwerdeya ziman kir. Ez niha mamosteya zimanim, ev gavek girîng e ji bo min. Serkeftin bi mezinkirina şagirtan re wê bigiheje destê min. Ez dixwazim bi pêşxistina zimanê dayikê û keda ku ez didim bibim layiqê Celaded Alî Bedirxan. Ev tişt ji bo min şoreşek be. Weke jinek divê xwedî li çanda xwe derkevim. Ez bi hişk pêşniyar dikim ku hunermend, şanoger, sînamagerên kurd bi kurdî berhemên xwe derxin. Em bi vê yekê re hene û ger ziman tûnebe em ji wê winda bin. Her malek dibistaneke divê di her malê de ziman bê pêşxistin.”
‘Em ji heqîqetê gav bi gav dûr ketin’
Cahîde Coşar li jiyana rojane de her tim bi tirkî tê axaftin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li gund rewşa ziman pir başbû. Gel bi xwezaya xwe re giredayî bû. Ji ber zext, zordarî û êrîşên dewletê em neçar man ku koçberê bajaran bin. Ev yek jî ji bo bişaftina ziman rê vekir. Cihên wekî nexweşxane, dibistan û kolanan her tim tirkî serdest bû û em neçarbûn ku tirkî fêr bibin. Bi rezefîlmên televîzyonan li hemberê ziman û çandê êrîş li me dihat kirin. Em ji nasnameya xwe û heqîqeta xwe gav bi gav dûr ketin. Li hemberê vê yekê xebat ji hatin meşandin, qenalên bi kurdî bi taybet yên zarokan, dibistanên zarokan yên bi kurdî hatin vekirin. Mixabin ev êrîş berdewam kir û bi giştî hatin girtin. Cardin ji divê weke dibistana yekem di malen xwe de vê rastiya xwe biparêzin û nehêlin ku tûne bibe. Li hemberê van êrîşan û rewşa ku tê jiyîn divê berxwedaneke girîn bê dayîn.”
‘Zimanê biyanî ji me re şîrin tê’
Cahîde anî ziman ku divê di her qadê de bi kurdî bê axaftin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku ez nû hatim Amedê, ji bo min wekî bajarekî tirkan bû. Min qet ji kesek fêm nedikir. Lê min fêm kir ku tev hatine asîmîlekirin. Bi wî yekî ez pir xemgîn bûn. Ew şoreş û şerê ku tê meşandin ji bo vê nasname yê ye. Em ji bo wê canê xwe didin lê mixabin bi xwe xwe tûne dikin. Zimanê biyanî li me şerîn tê. Di her qadê de ji bo ku em kurdî neaxifin em bi xwe re hincetan digerin. Ev rastiyeke û êşek gelek giran e. Divê berxwedana ku tê dayîn em fêm bikin. Divê dayik zarokên xwe teşfîqê zimanê zikmakî bikin.”
Cahîde herî dawiyê bal kişand ser ziman û wiha got: “Ziman hebûna me ye û Cejna Zimanê Kurdî li me û bi taybet berxwedêrên di vê rêyê de têdikoşin re pîroz be.”