Dayika girtî Rindê Baran: Em bawer in wê serkeftin a zarokên me be

  • 11:26 14 Gulan 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED- Mehmet Siddik Baran ji 1’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa E ya Rîzeyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Rinde Baran da zanîn ku ew bawerin wê zarokên wan biser kevin û wiha got: “Di hevdîtina dawî de ez çûm, lêvên wî qelişî bûn. 13 kîlo dabû. Lê hîna wî moral dida me. Em bawerin serkeftin wê ya zarokên me be.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin  bi tevlîbûna 7 hezar kesî didome. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Siddik Baran e. Mehmet di 1994’an de li Bismil a Amedê hatiye dinê û di roja 75’emîn a grevê de ye.
 
‘Em li pişta zarokên xwe ne’
 
Rinde Baran diyar kir ku di telefonê de fêr bûye ku kurê wê ketiye grevê û got wê ji Mehmet re gotiye ger hevalên te dikevinê divê tu jî bikeviyê û ev tişt anî ziman: “ Canê kesî ji yê kesên din  ne girîngtir e. Her kes zarokên dê û bavan e.Min jê pirsî çima tu ketiyî grevê? Wî jî got ‘Em ji bo tecrîd bê şikandin, ji bo rêbertiyê, ji bo aştiyê ketine grevê’. Em li pişta zarokên xwe ne. Ew çi bêjin wê wisa be. Niha 7 hezar kes di grevê de ne. Leyla Guven bi mehane di grevê de ye.”
 
‘Em bawer dikin wê biser kevin’
 
Rinde balkişand ser bêdengiya civakê û wiha pê de çû: “Dema zarokên me biçûk bûn, me hezar carî diçû mêze dikir ku ser wan vekiriye, başin ne başin. Lê niha zarokên me di grevê de ne û deng ji kesî nayê. Bila dilê dayikan neşewite êdî. Divê dayik dest bidin hev. Divê dengê xwe bilind bikin. Bila Rêberiya me bê berdan. Bila aştî bê.”
 
‘Em ê tecrîdê bişkînin’
 
Bavê wî Temîn Baran jî got dema fêr bûne Mehmet Siddik ketiye grevê, moralê wan xera nebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Moralê zarokên me pir baş e. Kurê min got wê tecrîdê bişkînin û biserkevin. Em jî heta dawî piştgiriyê didin zarokên xwe. Ev zilma tê kirin di dema fîrewnan de jî tunebû. Hemû Gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Xwedê vê zilm û heqeretê tu car qebûl nake.”