‘Em ê mîrateya parastina zimanê dayikê bidomînin’
- 10:18 14 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Mamosteyên Hesekê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz kirin û gotin: “Em li ser mîrasa Kovara Hewarê ya ji me re maye şagirtan perwerde dikin.”
15’ê Gulana 1932’an Kovara Hewarê cara yekem li Paytexta Suriyê Şamê bi tîpên latînî û pêşengiya Celadet Elî Bedirxan hat çapkirin. Ji 15’ê Gulana 2006’an û şûn de ev roj weke cejna zimanê kurdî hat pejirandin û li her deverên Kurdistanê tê pîrozkirin.
‘Kovara Hewarê pêşeroja zimanê me ronî kiriye’
Komîteya çalakiya dibistanên Hesekê Êva Abdulkerîm di derbarê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de wiha got: “Roja cejna zimanê kurdî em her sal pîroz dikin. Bi şahiyan, semîneran û çalakiyên cihêreng em bi bîr tînin. Li gel hemû astengiyan jî di sala1932’an de Kovara Hewarê ya ku cara yekem bi tîpên latînî û zaravayê kurmancî weşan kir di aliyê geşkirina ziman de bû ronahiyek her demê. Xeyalê dijmin ew e ku zimanê me binpê bikin. Lê niha em bi zimanê xwe rehet dipeyivin û li hemû dibistanan em şagirtên xwe fêrî zimanê wan dikin.”
Êva di dawiya axaftina xwe de got: “Ev roj em li hemû kesên ku ked dane ji bo em bigihîn vê astê, li Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û hemû kesên ku niha di greva birçîbûnê de ne em pîroz dikin.”
‘Em ê mîrateya parastina zimanê dayikê bidomînin’
Endama Qomîta ziman ya bajarê Hesekê Hemrîn Abdulmecîd jî di destpêkê de cejna zimanê kurdî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Niha me gavek pir mezin avêtiye û li her dibistan bi hezara şagirt bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsînin lê ev tişt hemû bi ked û xwîna şehîda ava bû. Em ê mîrateya parastina zimanê dayikê bidomînin.”