‘Bi şîdetê nêzî pisgirêka Kurd dibin’

  • 09:23 14 Gulan 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
BALIKESÎR- Hevberdevka HDK’ê Gulîsan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku deklerasyona li Îmraliyê hatiye nivîsîn û ji aliyê parêzeran ve di 6’ê Gulanê de hatiye aşkerakirin, carek din tê nîşandan ku girêdayê netewa demokratîk û perspektîfa komara demokratîke û wiha got: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Ev jî dibe sedema hemû dijhiqûqiyan.”
 
8 sal şûnde parêzeran li girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran di 6’ê Gulandê de daxuyaniyek dan û deklerasyona ku sê girtiyên bi Abdullah Ocalan re dimînin, nivîsîbûn, bi raya giştî re parve kirin. Di deklerasyonê de  bal hatiye kişandin ser pêvajoya çareseriyê û gotin ku divê Danezana Newroza 2013’an de bê kûrkirin û berdewamkirin, her wiha behsa çareseriya siyasetek demokratîk û aştiyane jî hatiye kirin.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê deklerasyon û spekulasyonên wekê ‘HDP û AKP’ê’ lihevkirine de nirxandin kir.
 
‘Ocalan aştiyê dixwaze’
 
Gulîstanê diyar kir ku tecrîd li dijî çareseriya pisgirêka Kurd ji aliyê AKP û MHP’ê ve bi awayekî taybet pêk tê û got Abdullah Ocalan bi vê deklerasyonê gotiye ‘pêvajoya çareseriyê’ ji aliyê dewletê ve hatiye qedandin û got: “Di deklerasyonê de mijara ‘ez di nokteya 2013-2015’an de me’ di heman demê de ev  tê wateya ez di aştiyê de israr dikim. Min aştî parast.”
 
‘Berpirsyarî dikeve ser milê hêzên demokrasiyê’
 
Gulîstanê daxuyakirin ku perspektîfa berê bi pergala konfederal a demokratîk hatiye vegotin diparêze, nîşan dide ku ew girêdayê perspektîfa komara demokratîk û netewa demokratîkin. Gulîstanê bi lêv kir ku di vir de peywir dikeve ser milê hêzên demokrasiyê û divê hemû kes destên xwe bidin hev û vê daxwaz bikin.”
 
‘YSK wek alava manîpulasyonê hat bikaranîn’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku roja hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat kirin di çapemeniyê de hat weşandin, yanî di 6’ê Gulanê de piştî YSK’ê biryara xwe aşkera kir, wekê ku di navbera HDP û AKP’ê de hevdîtinek heye, hat nîşandan û manîpulasyon hat kirin. Gulîstanê ev tişt bi lêv kir: “Di vir de lihevkirinek, bi AKP’ê re muzakereyek, pêvajoyek nû ya çareseriyê ne pêkan e. Aliyê AKP’ê jî îfade kir. Gotin bi Erdogan re pêvajoyek nû ya çareseriyê tune ye. Lê hevdîtin anîn heman rojê û ev jî dikare bê gotin ku ji aliyê AKP’ê ve bi qestî hatiye kirin.  HDP sekna xweya 31’ê Adarê diparêze. HDP di 23’ê Hezîranê de jî wê stratejiya xwe ya bi AKP-MHP’ê bide windakirin heta dawî pêk bîne.”