Jînda Ehmê: Ziman ne tenê kilîta dev e ya dil e jî

  • 09:11 14 Gulan 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama KPC-D'yê ya Hesekê Jînda Ehmê derbarê 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de diyar kir ku ziman ne tenê kilîta dev e ya dil e jî û wiha got:"Ji me re şermeke dîrokî ye ku em xwedî li zimanê xwe dernekevin. Şoreşa Rojava çavkaniya pêşxistina zimanê Kurdî ye. Divê em vê şoreşê her di dilê xwe de bidin jiyîn û li zimanê dayika xwe xwedî derkevi."
 
Di 15'ê Gulana 1932'an de Kovara Hewarê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan li Şama Sûriyeyê hat derxstin. Di kovara Hewarê de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hewarê di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja 1943'an 57 hejmar derketine. Loma Gelê Kurd her sal 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Têkildarî girîngiya vê rojê de Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Hesekê, Jînda Ehmê bi lêv kir ku xebata ji bo zimanê dayikê her pîroz e û wiha got:"Em gelê kurd ji bo zimanê dayikê têdikoşin. Divê ev têkoşîn her dem mezintir bibe. Ji ber ku zimanê dayikê hebûn û rûmeta me ye."
 
'Kurdan bendava yek zimanî hilweşand'
 
Jîndayê anî ziman ku Rêjîma BAAS'ê zimanê me li me qedexe kiribû û wiha dom kir:"Di serdema Rêjîma BAAS'ê de netewperestî dihate meşandin. Zimanê Erebî li tevahî netewan ên ku li Sûriyeyê dijiyan dihate ferzkirin. Yek ji van gelan ê Kurd bû. Dema ku me gotineke kurdî li dibistanên Rêjîmê dikir ango me navê (Kurdistan) dianî ziman ji ber kîna wan ya li hember kurdan û zimanê me bi rengekî hovane û bê rehm li me didan. Ew kêliyên zehmetî ji bîra me naçin. Lê Gelê Kurd bi têkoşîna xwe  bendava yek zimanî hilweşand. Em gelê kurd ji bo zimanê dayikê têdikoşin. Divê ev têkoşîn her dem mezintir bibe. Ji ber ku zimanê dayikê hebûn û rûmeta me ye."
 
'Destpêk bi dizî û dengê nizim bû'
 
Jîndayê kêliyên fêrbûna tîpên kurdî di demên destpêkê de wiha tîne ziman: "Beriya ku Şoreşa Gelan pêk were, me bi rengekî dizî û dengekî nizim ji tirsa Rêjîmê ya ew ê bi ser malan de bigire, fêrî tîpên kurdî dibûn. Wê demê me hîs kir ku êdî em ber bi azadiyê ve diçin û nêzî zimanê dayîkê dibin. Mirov çiqasî bibêje nikare wan kêliyên ku em jiyan bînin ziman."
 
'Ziman pergala xweîfadekirinê ye'
 
Jîndayê teqez kir ku Dewletê li ser înkarkirina kurdan hebûna xwe ava dikir û wiha dewam kir: "Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê êdî mirov bi rengekî azad dikaribû bi zimanê xwe biaxive û hebûna xwe îfada bike. Dewletan li ser înkarkirina kurdan desthilatdariya xwe ava dikir, lê êdî kurd bi saya Rêber Abdulla Ocalan û têkoşerên azadiyê xwedî li zimanê xwe derketin û êdî gav ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve avêtin û xwedî li dîroka xwe derketin."
 
'Rêveberiya Xweseriya Demokratîk maf, hebûn û zimanê netewan diparêze'
 
Jîndayê got ziman hebûna mirovan îfade dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hemû netew bi zimanê xwe dixwînin û diaxivin. Em tu zimana qedexe nakin û rê nadin dîroka wan gelan winda bibe û were pişaftin. Rêveberiya Xweser maf, ziman û hebûna gelan diparêz e."
 
'Xewna Celadet pêk hat'
 
Jîndayê di dawiyê de roja zimanê Kurdî li Gelê Kurd pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em roja zimanê dayîkê li tevahî gelan pîroz dikin û taybet li mamsoteyê mezin Celadet Elî Bedirxan û jê re dibêjin va ye îro xewna te pêk hat û em ê şopdarê te ne."