Ji bo dayikên li zarokên xwe xwedî derketin daxwaza girtinê

  • 17:42 13 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên ku dema xwestibûn balê bikişînin ser zarokên xwe yên di grevê birçîbûnê de  hatibûn binçavkirin û parêzer Arzû Kayaoglû, bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin. 
 
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser zarokên xwe yên di greve birçîbûnê de, roja pênçşem û înê li ber derê Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan û Sûka Misrê çalakî li dar xistibûn. Polisan her du rojan jî mudaxaleyî malbatan kiribû û 38 xizmên girtiyan ku piraniya wan dayik bûn, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA)  Îrfan Tûnçbîlek, rojnameger Zeynep Kûray û Endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Parêzer Arzû Kayaoglû binçav kiribûn. 
 
Polisan kesên binçav kiribûn, îro piştî kontrolên wan ên tenduristiyê ji bo derxistina dozgeriyê bir Edliye Stenbolê ya li Çaglayanê. Parêzer Arzû jî di nav de 15 kes ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnamger Tûnçbîlek û Kûray jî di nav de karê 26 kesan ê li dozgeriyê hê didome.  
 
Navê kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin wiha ne; Zelîha Gun, Arzû Kayaoglu, Behiye Dag, Melek Başkale, Ayser Aktaş, Aklîme Keskîn, Necla Barîn, Menekşe Demîr, Fener Kûrt, Sakîne Yakût, Kûmrî Akgul, Asiye Dûman, Zehra Dogan, Ozlem Nayan, Hacî Ûgîş.