Li dijî qetilkirina jinan li Hesekê daxuyanî hat dayin

  • 15:49 13 Gulan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Li çerxereya İtfaiyê ya taxa Til Hecer daxuyniya şermezarkirina bûyerên kuştinên jinan hat dayîn.
 
Li çerxerêya İtfaiyê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê jinên Kongreya Star û Weqfa Jinên Azad a Rojava di derbarê tundiya li ser jinan tê meşandin û bûyerên qetilkirinê yên her dubare dibin de daxuyanî dan.
 
Di derbarê qetilkirina jina bi navê Majda Hisên Hemada a 18 salî ya ji gundê Sereb a bajarokê Mexrûm a navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê û du jinên li nava bajêr hatin qetilkirin û hê nasnameya wan nayê zanîn de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Kantona Hesekê Civîn Remo ve hat xwendin. 
 
‘Me dest bi hemleya ji kuştina jinan re na kiriye’
 
Civînê ev tişt anî ziman: "Ji bo jinên Bakur û rojhilatê Sûriyê bigihin mafê xwe, jiyanek azad û wekhev di civaka xwe de bijîn em dixebitin. Bi despêkirina hemleya derketina li dijî tundiya li jinê me dest bi çalakiyan kiriye. Li pêşberî me her rengên işkence, qetilkirin û tundiyê di bin navê namûsê de ji aliyê bav, bira û hevjîn ve li ser jinan tê meşandin."
 
‘Bi navê namûsê jinan ji her tiştî mehrûm dihêlin’
 
Civînê herî dawî got:"Mêr jinê tenê weke amûrek zayendî dibîne û ji bo zikên xwe têr bikin bi kar tînin. Her wiha nahêlin hişmendiya xwe pêş bixin û qedexeyan datînin ser jinan û di bin navê hin kevneşopiyên wan de ji her tiştî mehrûm dihêlin. Bi temenê biçûk didin zewicandin. Ev bûyera xwekujî ya ji aliyê jina bi navê Majda Hisên Hemadî ve hatî kirin bê mafiye. Di bin sîwana xebat û berxwedana ku em wek hereketa jin dikin. Gerek jin xwe berpirsiyar bibine ku mafê xwe bi dest bixe û li hemberî işkenceyan serî rake. Divê jin xwe bê hêz li himberî tu pirsgirêkan nebîne û der heqê xwe de bûyera xwekujiyê neke.”
 
Daxuiyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.