Li gel astengiya polîsan malbatên girtiyan ên li Edeneyê çalakî pêk anîn
- 15:29 13 Gulan 2019
- Rojane
EDENE - Malbatên girtiyan ên Edeneyê ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û greva birçîbûnê li Parqa Îsmet Înonuyê xwest çalakiya rûniştînê pêk bînin û ji hêla polîsan ve çalakî hat astengkirin.
Malbatên girtiyan ên li Edeneyê ji bo rojiya mirinê û greva birçîbûnê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê kom bûn û berê xwe dan Parka Îsmet Înonuyê. Malbatên girtiyan ligel astengî û dorpeça polîsan çalakiya xwe ya rûniştîne li dar xistin.
Dema çalakiya Malbatên Girtiyan de polîsan gotin ku biçin li ber HDP'ê çalakî pêk bînin. Her wiha polîs nehiştin nûçegihan dîmen bigirin. Li gel astengiya polîsan dîsa jî malbat çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayikan di çalakiyê de diyar kirin ku heta ku daxwazên zarokên wan bê qebûlkirin dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha gotin: "Em ji bo zarokên me bijîn li qadan çalakî pêk tînin."
Malbatên girtiyan piştî çalakiyê berê xwe dan avahiya HDP'ê û xwestin li vir jî çalakiya xwe bidomînin. Lê bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Polîsan li ber deriyê HDP'ê girt û hatin çûyînê re asteng kir.