Li Raperînê mirina zaroka ya bi guman

  • 15:11 13 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Raperîn zaroka 13 salî bi guleyê hat kuştin.
 
Kuştin û xwe kuştinên jinên ciwan yên bi guman li Herêma Federal a Kurdistanê berdewam dikin. Zaroka 13 salî li a xelkê gundê Qemteran ya ser bi bajarokê Çarqurne ya ser îdareya Raperîn bi guleyê hat kuştin.
 
Rêveberiya polîsên Raperînê li ser bûyerê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku duh bi şev cenazaya zaroka bi navê H.D a 13 salî, ji aliyê malbatê ve birine nexweşxaneya giştî ya Ranyayê. Rêveberiya polîsan got ku şopa guleyê li ser bedena H.D’yê hebû. Herwiha hat gotin ku cenazeyê H.D ji bo otopsiyê şandin Ranyayê û piştî lêkolîn wê radestî malbatê were kirin.
 
Rêveberiya polîsan diyar kir ku li ser bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.