41 kesên di bin çavan de li bendê ye derxînin edliyeyê
- 14:52 13 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - 38 xizmên girtiyan ku xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, bi parêzerek û 2 rojnamegeran re hatibûn binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê li bendê ye ku sewqî edliyê bên kirin.
38 xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de yên xwestin balê bikişînin ser roja mirinê û grevên birçîbûnê ku dewam dikin, roja Pencşem û Înê li Sûka Misir û li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê beşdarî çalakiyan bûn û bi nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Îrfan Tuncçelîk, rojnameger Zeynep Kûray û endama OHD’ê Parêzer Arzû Kayaoglû re hatin binçavkirin, tê payin ku îro sewqî Edliya Çaglayan a Stenbolê bên kirin.
41 kesên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Caddeya Vatanê cih digire tên girtin, serê sibê ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxanê.
Li bendêye ku 41 kesan, piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyê bikin.