Li Êlihê ji bo greva birçîbûnê li daran laçikên spî girêdan

  • 13:19 13 Gulan 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê meşa bêdeng hat lidarxistin û piştre Laçikên Spî bi daran ve girêdan. 
 
Li Êlihê parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li girtîgehan berdewam dikin meşa bêdeng li dar xistin. Girseya ku li ber avahiya ÎHD'a Êlihê kom bû, heta Parka Ataturk a li Qada Turgut Ozal meşiya. Yên tev li meşê bûn Laçika Spî yên li ser "Deng bide Jiyanê" nivîsandibûn avêtin dora stuyê xwe. Kom bi çepik û dirûşman ket parkê. Kom piştî ketin parkê Laçikên Spî bi darên li parkê ve girêdan.
 
 Piştî komê Laçikên Spî bi daran ve girêdan, polîsan mudaxale kir. Polîsan Laçikên Spî yên bi daran ve hatin girêdan yek bi yek vekirin û kom kirin.