Dozgeriyê bersûcê êrîşa zayendî serbest berda
- 13:14 13 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Li Beylikduzuyê mêrê bi navê Tolga K. ku li li zarokê êrîşa zayendî kir, piştî îfade da ji aliyê dozgeriyê ve serbest hat berdan.
Li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê di 10'ê Gulanê de li taxa Kavakliyê Tolga K. yê di wesayitê de, li zarokê êrîşa zayendî kir. Piştî agahdarkirina emniyetê Tolga K. hat binçavkirin û birin emniyetê. Di lêkolîna li emniyetê hat kirin derket holê ku Tolga K. li ser hesabê xwe yê medya civakî bi zarokê re têkilî daniye.
Zaroka ku bi êrîşa zayendî re rûbirû ma, birin Muduriyeta Zarokan. Li muduruyetê îfadeya zarokê hat gitin û got ku ew ji aliyê Tolga K. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Tolga K. yê ku sewkî edliyeyê hat kirin piştî îfadeya wî li dozgeriyê hat girtin bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Zaroka ku bi êrîşê re rûbirû ma jî birin stargeha zarokan.