Jinên li Ermenistanê êrîşên li hemberî dayikan şermezar kirin

  • 12:55 13 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Ermenistanê, êrîşên li hemberî dayikan û tecrîd şermezar kirin.
 
Li paytexta Ermenistan Erîvanê, Meclîsa Yekîtiya Jinên Azad (YJA) bal kişand ser tecrîda Li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.
Seroka Yekîtiya Jinên Azad Tamar Kalaşyan bi navê meclîsê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jinên Kurd ên li Ermenîstanê, tecrîda li hemberî Rêber Apo tu carî qebûl nakin. Hevdîtina parêzeran a bi rêberê me re em kêfxweş kir, lê belê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Dewlet dixwaze komployên xwe bidomînin."
 
Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî dayikên Kurd hate şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em bi navê jinên Kurd ên li Ermenistanê, nêzîkatiyên bêrûmet ên dewleta Tirk li dayikên Kurdan dike, şermezar dikin. Ya pêwîst li dijî vê yekê çi be, em amade ne bikin."